Qendîl hat bombebarankirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Derdora saet 21:30î derdora çend gundên li Çiyayê Qendîlê hat bombebarankirin.

Rêvebirê Nahiyeya Sengeserî ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Li derdora gundên Kuzîne, Kulule, Bolê û Dewlereqeyê bombebaran hebû. Heta niha jî nayê zanîn bê bombebaranê çi zerer daye herêmê.”

 Li aliyê din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan li Herêma Kurdistanê 20 cih bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê Metîna, Xakurk, Qendîl û Gare hatine bombebarankirin.