Li Rojavayê Kurdistanê bikaranîna enerjiya rojê zêde bûye

01-10-2023
RÛDAW
Nebûna elektirîkê berê welatiyan daye enerjiya rojê
Nebûna elektirîkê berê welatiyan daye enerjiya rojê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Enerjiya Rojê Elektirîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê ji ber kêmbûna demjimêrên elektirîka giştî, welatiyan berê xwe daye enerjiya rojê.

Li Rojavayê Kurdistanê, ji ber kêmbûna demjimêrên dana elektirîkê welatî zehmetiyan dikişînin.

Ji ber vê yekê jî li bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê roj bi roj hejmara wan malên ku enerjiya rojê bi kar tînin zêde dibe.

Gelek malbat hene neçar dimînin ku pereyan deyn bikin û wê sîstemê ji xwe re çêbikin.

Ji destpêka aloziyê ve li bajarên Herêma Cizîrê jenerator hatine bicihirin lê wê yekê yek jî pirsgirêk çareser nekir.

Jenerator ji ber ku gelek caran xirab dibin di rojê de tenê 8 demjimêran elektirîkê didin.

Hostayekî avakirina enerjiya rojê ji Rûdawê re got ku ew herî zêde wê sîstemê li gundan girê didin, ji ber ku li gundan jenerator nînin.

Tevî ku avakirina sîstema enerjiya rojê li ser welatiyan biha ye jî welatî neçar dibin ku wê sîstemê ji xwe re peyda bikin.

Gelek malbatan jî bi deyn ew sîstem ji xwe re peyda kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst