Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji bo cenazeyê Seîdê Kurdî (Nûrsî) bê dîtin û li ser gora wî bê vegerandin, çalakiya rûniştinê hat destpêkirin.
Serokê Rûmetê yê Komeleya Nivîskarên Medyayê ya Rihayê Abdulkadîr Îkbal û rewşenbîran li ser gora Mela Seîdê Kurdî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Îkbal diyar kir ku wan ji doh pê ve dest bi çalakiya rûniştinê bikin û heta cenazeyê Seîdê Kurdî bê dîtin dê çalakiya xwe bidomînin.
Îkbal ji ajansa nûçeyan a ILKHAyê re axivî û ragihand ku cenazeyê Seîdê Kurdî 63 sal berê ji gora wî hatiye derxistin û birine cihekî din û divê ev zilm bi dawî bibe.
“Dawî li vê zilmê bînin”
Herwiha Îkbal got, “Daxwazeke me ji hikûmetê heye. Ji kerema xwe dawî li vê zilmê bînin.
Daxwazeke min ji birêz Serokkomar heye. Heger ew meseleya Seîdê Nûrsî çareser bike ez dê heqê xwe lê helal bikim.
Ji hikûmetê jî ji muxalefetê jî daxwaza me heye. Ev ne tenê meseleya partiyeke siyasî ye.
Ev hem meseleyeke Îslamî hem jî meseleyeke mirovî ye.”
“Seîdê Kurdî kesayetekî mezin bû”
Li aliyê din parêzer Sidki Zilan jî destnîşan kir ku Seîdê Kurdî kesayetekî mezin bû û got “
Bedîuzzeman kesayetekî wisa bû ku Tirkan jî, Kurdan jî û Ereban jî pir jê hez dikirin.
Hem di warê mirovatiyê de hem jî li gorî nêrîna me feylesofekî mezin e, zanayekî mezin e.
Li gorî civaknasî û baweriya me Rîsaleyên Nûr berhemeke mezin e.”
“Li dijî Kemalîzmê têkoşîneke mezin a bê tundî meşand”
Zîlan wiha pê de çû, “Mijar zelal e, li dijî Kemalîzmê têkoşîneke mezin a bê tundî meşand.
Ev tiştê ku hatiye kirin neheqî û sûcekî mezin ê mirovî ye.
Ev rewşeke ku tevahiya Tirkiyeyê eleqedar dike ye. Bi taybetî ji ber ku nasnavê wî Sêîdê Kurdî ye, Kurdan jî eleqedar dibe.
Ew kesek e ku li tevahiya cîhanê aştî û edaletê dixwaze. Wateya Îslamê aştî û silamet e.”
“Bi zilm û zorê bi birayê wê belgeyekî didin îmzekirin”
Li aliyê din parêzer Nurullah Kuçukoglu diiyar kir ku ew dê vê mijarê bişopînin û wiha axivî:
“Herçiqas em îro ji bo Seîdê Kurdî li vê derê civiyabin jî mixabin ev polîtîkayek e.
Îro gora Şêx Seîd wenda ye, gora Şeyîd Riza wenda ye lê di ya Bedîuzzeman de sûcekî mirovahiyê yê girantir heye.
Li vir gor diyar e, li vir 110 roj şûnde cûntaya 27ê Gulanê bi zilm û zorê bi birayê wê belgeyekî didin îmzekirin.
Bi vî awayî jî bi şev cenazeyê wî derdixin û dibin. Bi rastî divê êdî em vê şermê nejîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse