Mesrûr Barzanî ‘Medalyaya Rêzgirtinê’ ya Encûmena Pîran a Fransayê wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Medalyaya Rêzgirtinê’ ya Encûmena Pîran a Fransayê wergirt.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 1ê Cotmeha 2022an pêşwazî li Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve, Berevanî û Hêzên Çekdar li Encûmena Pîran a Fransayê Senator Christian Cambon kir.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, dawî guhartin û pêşhatên rewşa giştî ya Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê hatin gotûbêjkirin.

Christian Cambon kêfxweşiya xwe di dubare serdankirina Herêma Kurdistanê nîşan da û amaje bi wê kir, ku her cara serdana Hewlêr û Herêma Kurdistanê dike pêşkeftinên berbiçav dibîne.

Cambon herwiha amadebûna welatê xwe bo pêşdebirina têkiliyên pir alî bi taybetî di warê ewlekarî û berevanî de li gel Herêma Kurdistanê diyar kir û Medalyaya Rêzgirtinê ya Encûmena Pîran a Fransayê jî pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir.

Mesrûr Barzanî spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir ku di rojên dijwar de piştevaniya gelê Kurdistanê kirin, daxwaza Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina zêdetir a pêwendiyan ligel Fransayê jî dubare kir.

Çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiya çareserkirina pirsgirêkên Herêm û Hikûmeta Federal û parastin û rêzgirtina li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, mijarên din ên civînê bûn.

Herwiha Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Olivier Decottignies di civînê de amade bû.