Mîrê Êzidiyan serdana Êzidiyên Êlihê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg tevî şandekê ku parlamentera HDPê Feleknas Uca di nav de bû, li Êlih a Bakurê Kurdistanê serdana Êzidiyên gundê Şimzê kir.
Mîrê Êzidiyan Kurdistanê û cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg roja Înê 30ê Îlona 2022an bi şandeke ku di nav de hevjîna xwe Meyan Xêrî, şaredarê navçeya Şêxanê a bi ser Duhokê ve Xalid Nermo, şewirmendê Cemaeta Rûhanî ya Êzidiyan Kerîm Silêman, ji Cemaeta Rûhanî ya Êzidîyan Feqîr Hecî û parlementera HDP ya Batmanê Feleknas Uca li gundê Şimzê ya bi ser navçeya Bişêriyê ya Batmanê ve bi Êzidiyan re civîya.
Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg di serdana xwe de anî ziman, “Îro me li xwe ferz dît ku em werin Êzidiyên xwe yên li Tirkiyê bibînin. Gelek kêfa me hat ku em hatin vir. Me ji zû ve ew nedîtibûn. Me xwest em wan bibînin û halên wan bipirsin.”
Parlementera HDP ya Batmanê Feleknas Uca jî amaje bi girîngiya serdena Mîr Hazim Tehsîn Beg anî û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyên li her dereke cîhanê behsa kar û xebatên HDPê kir.
Parlementera HDP ya Batmanê Feleknas Uca got, “Di destûra bingehîn a Tirkiyê de Êzdayetî hîn jî wek dîn nehatiye qebûlkirin. Ji ber yekê hewldanên me berdewam in. Me gelek caran teklîf dan Parlementoya Tirkiyê ji bo ev yek bibe qanûn. Wek partî em her dibêjin ji bo veger û pirsgirêkên gundan em bi civaka Êzidiyan re ne.”
Mîr Hazim Tehsîn Beg di serdanên xwe yên ku 10 roj in li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdewam in de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Êzidiyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi parêzgarê Mêrdîn û Rihayê re jî du hevdîtin pêk anîn.
Şaredarê Şêxanê Xalid Nermo li ser armanca serdanê got, “Mîr Hazim Tehsîn Beg dixwaze ku saziyeke Êzidiyan li Kurdistanê ava bibe û ji alîyê olî û civakî ve pirsgirêkên Êzidiyan bikole û bi wan pirsgirêkan re mijûl bibe. Her wiha ew dixwaze welatên ku Êzidî lê dijîn rewşa wan xweş be û ji wan re bibe alîkar û ew Êzidiyên li derveyî welat vegerin welatên xwe.”
Li gor amarên fermî heta salên 1970yan li navçeyên li Riha, Mêrdîn, Amed û Batmanê hejmara welatiyên Êzidî li jor 80 hezarî re bûn. Piştî wan salan hem ji ber sedemên siyasî hem jî ji ber sedemên civakî Êzidî koçî Ewropayê bûn û a niha bi giştî hejmara Êzidiyên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ketine bin hezar kesî. Berî salên 1970yan jî tenê li Bişêrî ya Êlihê zêdetirî 25 gundên Êzidiyan hebûn ku niha ew hejmar daketiye 8 gundan û bi giştî rûniştvanên li Êlihê yên Êzidî jî tene 72 kes mane.
Welatiyeke Êzidî Meqbûle Temînî got, “Ev 50 sal in ez li Almanyayê me. Min deh zarok çêkirin. Ez a niha bixwazim werim welat kes bi min re nayê. Em miriyê vê axê ne ku xweşî bikeve vî welatî da ku em bi hev re bijîn.”
Welatiyekî Êzidî Zafer Emer got, “Ji Êzidiyên dîasporayê û ji nifşê nû daxwaza me ew e ku li gundên xwe xwedî derkevin.”
Welatiyekî Êzidî Selîm Temîn anî ziman, “Em careke din dixwazin werin vir. Li vir li rêya ol û zimanê xwe û çanda xwe di nav qewmê xwe de berdewam bikin.”
Welatiyeke Êzidî Meyan Eran jî bang li Êzidiyên derveyî welêt kir û got, “Êzidiyên Almanyê silavên min ji we teva re hene werin cihê xwe, werin ser ax û ava xwe.”
Welatiyeke Êzidî Ferfûre Emer got, “Îro welatê me welatê me ye em hisreta welatê xwe ne.”
Mîr Hazim piştî hevdîtinên xwe yên bi Êzidiyên Batmanê rê serdana goristanên Êzidiyan kir û vegeriya Herêma Kurdistanê.