Supaya Pasdarên Îranê sînorê Biradostê topbaran dike

01-10-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Biradost Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdarên Îranê sînorê Çiyayê Berbizîn ê herêma Biradostê topbaran dike.

Peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir ragihand, Supaya Pasdarên Îranê gundên Derhol, Benş û Berçîxe û bilindahiyên Seqer û Berbizîn ên devera Biradost a parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.

Supaya Pasdarên Îranê roja Çarşemê 28ê Îlona 2022an hemwext êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de kir.

Di êrîşan de sivîl jî di nav de 15 kes şehîd bûn, 10 jê giran 46 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst