Ebdulhekîm Beşar li ser civînên li Amerîkayê: Giftugoya sereke pirsa Kurd bû

01-10-2021
RÛDAW
Ebdulhekîm Beşar dibêje, “Pirsa Kurd vê care ji hemû caran zêdetir di rojevê de bû."
Ebdulhekîm Beşar dibêje, “Pirsa Kurd vê care ji hemû caran zêdetir di rojevê de bû."
Nîşan Ebdulhekîm Beşar ENKS Pirsa Kurd Antonio Guterres Geir Pedersen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevdîtinên şanda opozisyona Sûriyê li Amerîka berdewam in. Şanda opozisyona Sûriyê li gel Wezareta Derve ya Amerîka dicive. Cîgirê Serokê Itîlafa Oposizyona Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar dibêje, “Pirsa Kurd vê care ji hemû caran zêdetir di rojevê de bû. Giftugoya sereke ji bo me çareserkirina pirsa Kurd bû.” Beşar dibêje, wan li gel berpirsên Amerîkî behsa bûyera şewatandina ofîsa Rûdawê jî kir.

Hevdîtinên şanda opozisyona Sûriyê li Amerîka berdewam in û pişt hevdîtinên li gel Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen îro li Washingtonê li gel Wezareta Derve ya Amerîka jî dicive.

Cîgirê Serokê Itîlafa Oposizyona Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar ku di heman demê de nûnerekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ye di nava Itîlafê de, ji Rûdawê re got, ku ew ê îro li gel Wezareta Derve ya Amerîka bicivin, herweha hevdîtinên wan li gel Peymangeha Rojhilata Navîn û hin dezgehên medyayê hene.

Şanda opozisyona Sûriyê, ku ji dema destpêka birêveçûna Kombûna 76an ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 29ê Îlona borî de, li Amerîka ye û Dr. EbdulHekîm Beşar û Ibrahîm Biro wekî nûnerên ENKSê di nav de ne, heta niha gelek hevdîtin li gel kesayetî û şandên navdewletî li New York û Washingtonê pêk anîne.

EbdulHekîm Beşar ku beşdarî bultena Rojava ya Rûdaw TVê bû, ragihand ku ew şanda opozisyonê li gel berpirsên Wezareta Derve ya Fransayê civiyabûn, lê careke din jî daxwaz hatiye kirin û ew dê vê carê wek ENKS bi tenê li gel Wezareta Derve ya Fransayê bicivin.

Li ser naveroka civînan jî Beşar dibêje, di hemû civînan de wan behsa pirsa Kurd kir û diyar kir, “Pirsa Kurd vê care ji hemû caran zêdetir di rojevê de bû. Serdana me vê care gelek serkeftî bû. Pirsa Kurd bi tevahî hat giftugokirin. Hinek dewletan behsa diyaloga Kurdî-Kurdî kirin. Me behsa zehmetiyan kir ka kî çêdike. Giftugoya sereke ji bo me çareserkirina pirsa Kurd bû.”

Derbarê naveroka civîna li gel Antonio Guterres de, Beşar got, ew gelek baş Kurdan nas dikin û got, “Mesela guhertina demografiyê, guhertina navan û çawaniya çareserkirina pirsgirêka Kurd hatin giftugokirin. Nîvê civîna li gel Guterres li ser pirsa Kurd bû.”

Di dewama gotinên xwe de Ebdulhekîm Beşar behsa diyaloga aliyên Kurdî û helwesta welatan kir û got, Amerîka û Fransa zêdetir li ser vî karî disekinin.

Ebdulhekîm Beşar diyar jî kir, wî ji berpirsên Amerîkî re gotiye ku ofîsa Rûdawê jî hat şewitandin û ragihand, “li dijî diyaloga Kurdî-Kurdî karên kirêt tên kirin.”

Şanda opozisyona Sûriyê heta niha hevdîtin li gel her yek ji, Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Şandiyê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pedersen, balyoz û berpirsên Amerîka, Keneda, Yekîtiya Ewropa, Fransa, Holenda, Estoniya, Emîndarê Giştî yê Komeleya Erebî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê, li New Yorkê hevdîtin pêk anîne û hîn jî hevdîtinên wan li Washingtonê berdewam in û wê îro li gel Wezareta Derve ya Amerîka bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst