Li Qerecdaxê werza çinîna birinc destpê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li quntara çiyayê Qerejdaxê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, çinîna birinca ku bi ava kaniyên xwezayî û li erdên bi kevirên bazaltê çêdibe û bi reng û tama xwe tê naskirin dest pê kir.

Qerejdaxa li navçeya Çinara Amedê bilindahiya wê 1957 metre ye û birinca ku li wir çêdibe bi navê Birinca Qerejdaxê ji aliyê Saziya Patent û Markeyên Tirkiyê ve hatiye tomarkirin. Qeymeqama navçeyê jî derbarê şewazê berhevkirinê de balê dikşîne ser keda mirov ku bandorê li ser tama birincê jî kiriye.

Guher Sinem Buyuknalçaçi, Qeymeqama navçeya Çinarê, dibêje, “Ji ber piranî erdên me bi kevirin, karker beşekî zêde palehiyê bi destan dikin. Beşekî kêm jî em bi makîneyan dikin. Birinca Qerejdaxê hem bi awayekî xwezayî çêdibe û hem jî bi keda mirov tê çinîn. Ev jî nirxê wê zêdetir dike.”

Ji ber erdê wê bi kevir in, mêr bi dasê birincê diçinin û jin jî bi destên xwe berhev dikin û bi xurcan vediguhesin. Ev birinca ku tê berhevkirin bo ziwa bibe li ber tavê tê raxistin û piştre bo qalikê birincê bê qeşartin ji kargehan re tê şandin. Welatiyên herêmê di wê baweriyê de ne ku tama vê birincê ji tama gelek corên birincê yên li cîhanê xweştir e.

Mehmet Sait Gulçer, Muxtarê Gundê Yarimkaşê, dibêje, “Dibêjin xelkê Çînê zêde birincê dixwin. Kesên ku birinca Qerejdaxê bixwe êdî ne birinca Çînê ne jî birincek din dixwin. Birinca me hem bi tam e hem jî kalîteya wê heye.”

Li gor amarên Rêveberiya Çandiniya navçeya Çinarê salên borî ji yek donim erd 500 kîlo birinc dihat berhemanîn, lê îsal ji ber hişkesaliyê ji10 hezar dekar erd tenê 3 hezar û 600 donim hatiye çandin û tê çaverêkirin ku 1800 ton birinc bê berhemanîn.