Li Cizîrê malbata xwarina dawetê neeciband, êrîşî kompanyayê kir

01-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê, kesûkarên malbata ku xwarina dawetê neecibandin, piştî dawetê çûn li xwediyê kompanya xwarinê dan.

Li navçeya Cizîrê, malbata kurê xwe zewicandin bo mêvanên xwe ji kompanya xwarinê ya Cemal I., xwarin daxwaz kirin û kompanyayê jî ji bo dawetê xwarin amade kir û ji malbatê re şand.

Lê belê malbata xwediyê dawetê, xwarin neeciband, û piştî dawetê çûn kargeha Cemal I. û jê re gotin xwarin nexweş bû. Piştî axaftinan, di navbera her du aliyan de pevçûn derket.

Di pevçûnê de malbata xwediyê dawetê, li xwediyê kompanyayê Cemal I. û her du karkerên wî xistin.

Piştî şer her du aliyan li dijî hev gilî tomar kirin.

Dîmenên şerê her du aliyan ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatin tomarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst