Serok Barzanî: Baba Şêx kesayetiyeke niştimanperwerê Kurdê Êzidî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya kesayetê diyar ê Kurdên Êzidî û Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx peyamekî serxweşiyê belav kir û tê de ragihand ku Babe Şêx kesayetiyeke niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû û di hemû rewşan de sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî Rêberê Rûhanî yê Êzidiyan Babe Şêx, peyameke sersaxiyê arastî malbata wî û hemû Kurdên Êzidî kir.
Mesûd Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi xemeke mezin kesayetiyê olî û Serokê Ruhanî yê Ola Êzidî Şêx Xirto Hacî Îsmaîl (Babe Şêx) li bajarê Hewlêrê koça dawiyê kir. Baba Şêx kesayetiyeke olî yê diyar û niştimanperwerê Kurdê Êzdî bû ku di hemû rewşek de sedema xêrxwazî û çareserkirina kêşeyan bûye li nav xûşk û birayên me yên Êzidî û ji bo belavkirina tebayî û pêkvejiyanê kêmasî nekiriye. Di heman demê de jî Babe Şêx hêmayeke olî û menewî bû û bi taybetî jî li rewşa niha da ji dest dana wî ziyaneke mezin e.”
Barzanî serxweşiyê xwe pêşkêşî Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Encûmena Rûhanî ya ola Êzidî û kesayetiyên ola Êzdî û malbat û kesukarên Babe Şêx û tevahiya Kurdên Êzdî lyên i Kurdistan û cîhanê kir û got: “Xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruhê Babe Şêx bixe ber rehmet û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”