Artêşa Tirkiye Çiyayê Gareyê bombebaran dike

01-10-2020
RÛDAW
Frokeyên şer ên Tirkiyê  bi behaneya hebûna baregehên gerîlayên PKKê dorûberê Gundê Meranê li bombebaran kir
Frokeyên şer ên Tirkiyê bi behaneya hebûna baregehên gerîlayên PKKê dorûberê Gundê Meranê li bombebaran kir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Frokeyên şer ên Tirkiyê  bi behaneya hebûna baregehên gerîlayên PKKê di heyama saetêkê de çar caran li Çiyayê Gareyê dorûberê Gundê Meranê li herêma Berwariya Xwarê bombebaran kir.

Mêvan Berwarî yê xelkê deverê ji Rûdawê re ragihand ku îro Pencşemê 1ê Cotmeha 2020an frokeyên şer ên Tirkiyê  ji saet 17.30 heta 18.00ê sê caran geliyê Meranê bombebaran kirin.

Herwiha kesek din ê xelkê deverê da zanîn ku Gundê Meranê xelk têde nemaye û PKK wî gundî weke binkeya xwe bikar tîne.

Rêvebirê Nahiya Çemankê Elend Emîr Guge ragihand ku ew cihê hatine bombebarankirin li nêzîkî navenda nahiya wan bûye û niha xelkê sivîl nikarin li wê derê çûnûhatine bikin, çimkî ew navçe êdî ne aram e.

Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyona Çengê Baz û ji 17ê heman mehê ve jî operasyona Çengê Piling di nav axa Başûrê Kurdistanê de destpê kiriye. Tirkiye dibêje, operasyona wan li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, lê di encama bombebaranên Tirkiyê de heta niha 6 welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne.

Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 15 kîlometran û berfirehiya 40 kîlometran derbasî nav sînorê Herêma Kurdistanê bûye.

Di yek du heftiyên bihorî de, êrîşên Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kêmtir bibûn, lê di van çend rojên dawî de, careke din Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst