Li Qersê Hevseroka Şaredariyê jî di nav de 19 kes hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qersê di encama operasyonekê de berpirsên şaraderiyê jî di nav de 19 kes hatin desteserkirin. Hevseroka Şaredariyê jî di nav kesên hatine desteserkirin de ye.

Li gor zanyariyên berdest îro di saetên sibehê de hêzên ewlekariya Tirkiyê li navenda bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê  operasyonek pêkanîn û di encamê de 19 kes desteser kirin ku hejmareke berpirsên şaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di nav wan de hene.

Her li gor zanyariyan di encama wê operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê ew 19 kes bi tohmeta “endamtî û alîkariya PKKê” hatine desteserkirin.

Li gor mediyayê Tirkiyê, Hevseroka şaredariya Qersê, Şevîn Alacan û hejmareke endamên din yên encûmena şaredariya Qersê di wê operasyonê de hatine girtin.

Herwiha hêzên emnî yên Tirkiyê li avahiyên Şaredariya Qersê û HDPê lêgerîn pêk anîn.

Ev di demekê de ye ku berî çend rojan Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen jî di nav de bi dehan siyasetmedar û parlamenterên berê yên HDPê hatibûn desteserkirin.

Herwiha Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen ku niha desteserkirî ye, duh aşkere kiribû ku ew dê dest ji kar berde.

Şaredariya bajarê Qersê yek ji wan şaredariyên di destê HDPê de ye ku heta niha qeyûm li ser nehatiye danîn, lêbelê niha hevserokên şaredariyê desteserkirî ne.