Hevpeymanîya Kurdistanî logo û dirûşma xwe diyar kir

01-10-2019
RÛDAW
Nîşan Hevpeyamaniya Kurdistanî Hilbijartinên Encûmenên Parêzgehan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê piştî ku bo hilbijartinên parêzgehên Iraqê, “Hevpeymaniya Kurdistanî” pêk anîn û weke serokekê we Ebdulrehman Mistefa hilbijartin, logo û dirûşma hevpeymaniyê jî hat diyarkirin.

Îro Sêşemî 1ê Cotmehê li baregeha serekî ya Tevgera Goranê li bajarê Silêmaniyê, 15 partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyan, daku derbarê nav û logoya lîsteya Kurdî ya ji bo hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê û diyarkirina serokê lîsteyê biryar bidin.

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê Erkan Elî ragihand ku di logoya Hevpeymaniya Kurdistanî de Ala Kurdistanê cih girtî ye.

Erkan Elî herwiha da zanîn ku Hevpeyaniya Kurdistanî dirûşma xwe weke “Pêkvejiyana aştiyane û cîbicîkirina destûrê” dest nîşan kiriye.

15 aliyên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan Hevpeymaniya Kurdistanî ava kirin û weke serokê wê jî parêzgarê berê yê Kerkûkê Ebdulrehman Mistefa hilbijart.

Biryar e hilbijartina Encûme Parêzgehên Îraqê li 1ê Nîsana 2020an bê pêk anîn.

Partiyên serekî yên Başûrê Kurdistanê, yên weke PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtû û herwiha çend partiyên din di Hevpeymaniya Kurdistanî ya li Kerkûkê de beşdar in û tenê Nifşê Nû tê de nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst