Abdullah Keskîn: Ji 2007 heta 2015 serdema zêrîn a weşangeriya Kurdî bû

Stenbol (Rûdaw) – Damezrêner û Rêveberê Weşanxaneya Avestayê, Abdullah Keskîn di bernameya Nûrojî Dostan a Rûdawê de ragihand, rewşa zimanê Kurdî û rêjeya kesên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi Kurdî dixwînin, bi mucîzeyê diçe. Keskîn herwiha diyar kir, di navbera salên 2007 heta 2015an de, serdema zêrîn a weşangeriya Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû.

Damezrêner û Rêveberê Weşanxaneya Avestayê, Abdullah Keskîn li Stenbolê beşdarî birgeya Taştê ya bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê ya îro Sêşemê 1ê Cotmehê bû û di vê bernameyê de derbarê pirtûk û berhemên çapkirî yên Kurdî û pirsgirêkên ku weşxanxaneyên Kurdî pê re rûbirû ne, axivî.

Adullah Keskîn amaje bi salên xebata Weşanxaneya Avestayê kir û ragihand, Avesta îsal di 24 saliya xwe de ye û di dawiya sala 1995an de hate damezrandin.

Keskîn got, di nava 24 sal ji xebata xwe de û heta dawiya îsal, hejmara pirtûkên ku weşanxaneya Avestayê çap û belav kirine, dê bigihe 700 pirtûkan û ew yek ji bilî çapên dubare yên pirtûkan e.

Bi gotina Keskîn, di aliyê tîraja pirtûkan de jî di navbera milyonek û nîv heta 2 milyonî tîraja pirtûkên çapkirî yên weşanxaneya Avestayê, hem pirtûkên Kurdî û hem jî pirtûkên Tirkî heye. Keskîn diyar jî kir, tîrajeke wiha renge li cîhanê tenê ji bo du sê pirtûkên populer be, lê belê ji bo zimanê Kurdî, ku ewqas hatiye qedexekirin û gelek di bin zextê de bûye, rêjeyeke ne kêm e.

Rêveberê Weşanxaneya Avestayê behsa zehmetî û pirsgirêkên karê çapkirin û weşandina pirtûkên Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi giştî kir û ragihand, “bi rastî tiştên ku dilê mirov pê biêşe, pir in, lê belê ji destpêkê ve me xwe ji bo wan tiştan amade kiribû. Berî ku ez dest bi Avestayê bikim, dîsan ez di nav wî karî de bûm. Min hêviyên pir mezin ji xwe re çê nedikir. Kesê ku wî karî bike, teqez destpêkê xwe tenê bihesibîne û xwe hînî tinêtiyê bike.”

Abdullah Keskîn li ser qonaxên ku weşanên Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tê re derbas bûne axivî û got, serdema zêrîn ji bo weşangeriya Kurdî di navbera salên 2007 heta 2015ê de bû û diyar kir: “Ji bo weşangeriya Kurdî em bêjin, piştî salên 2007 û 2008 dest pê kir, ku hêdî hêdî mesleya şer sekinîbû û behsa proseya aştiyê û çareseriyê dibû, û heta sala 2015an pir baş bû. Her sal li gorî xwe zêde dibû. Weke mînak rêjeya kitûban di sala 2011an de, wek mînak em bêjin 200 kitêb çap bûbe, sala 2013 bûye 250, di 2014 de bûye 300 û sala 2015ê bûye derdora 400 kitêbî, ez bawerim rêjeya herî bilind di 2015ê de bû, ku bi firka min çarsed û tiştek kitêb hebûn. Piştî wê trafîk yekser ber bi jêr ve çû, qut nebû lê ber bi jêr ve çû. Em bêjin bû 300, piştre bû 200, par di 2018an de eger ez ne şaş bim, derdora 200an bû.”

Keskîn diyar kir, qedexeya li ser zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bandorek xirab li ser weşanên Kurdî daniye.

Keskîn rexneya ku weşanên Kurdî û çapkirina pirtûkên Kurdî kêm bûne û weke berê nayên xwendin, di cih de nabîne û dibêje: “Ji ber ku ew 100 sal e qedexe li ser zimanê Kurdî heye, û ne tenê weke nivîsandin û weşandin, lê belê heta zimanê axavtina li kolanan jî qedexe bû, bi taybet heta salên 1990 û 1991an, ji ber wê eger em bêjin, berê pir dihate xwendin û niha nayê xwendin, emê li gor çi bêjin? Berê tiştek tinebû. Ji 1918 û 1919an Mem û Zîn çap bûye heta salên 1960î ku Musa Anter helbestek çap kiriye, tiştek tine ye. Heta gotinek jî nehatiye nivîsandin, ne kitêb.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, Abdullah Kesekîn amaje bi damezrandina Weşanxaneya Avesta li Stenbolê kir û ragihand, gelek Kurdan pêngavên xwe yên destpêkê û bingeha netewebûn û Kurdayetiyê li Stenbolê danîne.

Têkildarî hejmara kêm a Kurdên ku pirtûkên bi Kurdî dixwînin, Abdullah Keskîn da xuyakirin, “dema ku mirov ji rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê dinêre, tişta ku niha heye û hejmara kesên ku niha bi Kurdî dixwînin, ji mucîzeyekê diçe, ji ber ku zimanê Kurdî di rewşeke pir dijwar re derbas bûye û gelek zext û qedexe li ser hebûye.”

Keskîn destnîşan kir, ku krîza aborî ya li Tirkiyê û giranbûna nirxê kaxezê bandoreke mezin li karê wan û weşanxaneyên Kurdî kiriye û da zanîn, firotina pirtûkan jî demeke dirêj jê re pêwîst e û ji ber piraniya xerciyên kitêban bi pereyên biyanî yên weke dolar û euro ne, zirar digihe weşanxaneyan.

Bi gotina Keskîn, mesele û pirsgirêkên siyasî zêde bandor li karê wan nekirine, lê belê rewşa aborî rasterast bandoreke mezin û nerênî li karê wan dike.

Rêveberê Weşanxaneya Avestayê herwiha ragihand, zêdetir ji 50 pirtûkên ku weşanxaneya wan çap kirine, bêtir ji 2 yan 3 caran hatine çapkirin û tîraja wan zêdetir ji 2000î heta 3000î bûye.

Avesta yek ji weşanxaneyên mezin û kevnar ên Kurdî li Tirkiyê ye.