Partiya Komunîst: Em li Parlamentoya Kurdistanê kursiyekê bi dest dixin

01-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Partiya Komunîst Nebez Mistefa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Nûnerekî Partiya Komunîst a li Herêma Kurdistanê li binkeyên dengdanê dibêje, li gorî daneyên heta niha yên %65ê dengên hatine hilbijartin, wan zêdetirî 8 hezar deng bi dest xistine û pêşbinî dikin, ku di encama hejmartina tevahî ya dengan de zêdetirî 15 hezar dengan bistînin.

 

Nûnerê Partiya Komunîst a li Herêma Kurdistanê li binkeyên dengdanê Nebez Mistefa ji bo Rûdawê ragihand: “Li gorî encamên piraniya daneyên tora çavdêrên azad, ku %65ê dengdan hatine hejmartin, wek lîsteya azad me zêdetirî 8 hezar deng bi dest xistine.”

 

Nebez Mistefa dibêje, ku ew pêşbiniyê dikin di tevahiya dengên me bigihêje %1ê, yanê 15 hezar dengan û bi vê şêweyê jî ew dikarin li Parlamentoya Kurdistanê bibin xwediyê kursiyekê.

 

Lîsteya Azad a Partiya Komunîst di hilbijartinên gera 4em a Parlamentoya Kurdistanê de kursiyek bi dest xistibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst