Komela Îslamî: Em li bende ne ku 8-10 kursiyan bi dest bixin

01-10-2018
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Komele Havjîn Omer
A+ A-

Silêmaniyê (Rûdaw) -  Berpirsê Navenda Hilbijartinê yê Komela Îslamî ya Kurdistanê dibêje, wan di hilbijartinên giştî de li seranserê Kurdistanê 130 hezar deng bi dest xistine û li bende ne hejmara kursiyên xwe derxin 8an jî 10 kursiyan.

 

Berpirsê Navenda Hilbijartin a Komela Îslamî ya Kurdistanê Havjîn Omer ji bo Rûdawê got: “Em ji ber van encamên xwe kêfxweş in û li ser vê yekê spasiya xelk û dengderên Herêma Kurdistanê dikin, ku  em dikarin bi encamên xwe teqez bikin ku encamên hilbijartina 12ê Gulanê (hilbijartina Parlamentoya Iraqê) gelek sixtekarî hebû, encamên wê ne rast bûn.”


Havjîn Omer amaje bi wê yekê kir ku wan dengên xwe di nav partiyan de zêde kiriye û ev tişt anîn ziman: “Di qonaxa rabirdû de em di nav 5 hêzên Kurdistanê de, ku beşdariya hilbijartinê kirin, bûn hêza 5emîn. Niha jî, ku 7 lîste wek lîsteyên beşdarî yên hilbijartinê dihsibînin, em reqabetê li ser dikin, ku bibin 3yemîn û 4emîn.”


Omer bawer dike, ku ew dê li seranserî Herêma Kurdistanê kêmtirî 130 hezar dengdan nestînin û ji bo bidestxistina hejmara kursiyan jî çavê wan lê ye, wê hejmarê derxîne 8 an jî 10 kursiyan.


Li gor encamên ne fermî ku ji Komîsyona Hilbijartinan ketiye destê Tora Medyayî ya Rûdawê, piştî hejmartina %75 binkeyên li seranserê Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yekem, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) duyem û Tevgera Goran sêyem e.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst