Şaredariya Qoserê navên Kurdî yên 3 taxan guhertin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Qoserê ya ser bi Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, navên Kurdî yên 3 taxan bi biryara Encûmena Şaredariyê hatin guhertin.

 

Şaredariya Qoserê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku navên Aştî, Berçem û Medya yên 3 taxên navçeya Qoserê bi biryara Encûmena Şaredariyê hatine guhertin.

 

Li gor daxuyaniya şaredariyê, navê taxa Berçem kirine Şahkulubey, navê taxa Aştî kirine Yenîkent û navê taxa Medya jî kirine Selahedîn Eyûbî.

 

Hêjayî gotinê ye ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di 6ê Kanûna 2016an de, Qaymeqamê Qoserê Ahmet Odabaş bo Şaredariya Qoserê weke qeyûm danîbû.