Bi sed hezaran şîe beşdarê Matemîna Aşûra dibin

Kerkûk (Rûdaw) – Bi sed hezaran kesên ji mezheba şîe, li navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê beşdarî rêwresma Aşûra dibin û qetilkirina Îmam Husênê kurê Hz Elî bibîr tînin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqîn, Kerkûk û Necefê rêwresma Aşûrayê bişopînin.

 

 

 

 

Li gorî gotina peyamnêrên me, bi sed hezaran şîe li Kerkûk, Xaneqîn, Necef, Kerbela, Bexda û Besrayê rijane kolanan û şîna kuştina Îmam Husên digrin.

 

Bi tevê şîeyan, sunne û herwiha kakeyî jî bi tevê ereb, kurd û tirkmenan beşdarî şîngirtinê dibin û serdanê Husêniyan dikin.

 

 



 

Di vê rojê de xwarin tên çêkirin û bi ser ziyaretkaran de tê parvekirin.

 

Ji bo rêwresmên Aşûra, li her derê tedbîrên ewlekariyê hatine şidandin. Hevdem tîmên tendurustiyê jî ji bo hemû egeran amadebaşiyê de dimînin.

 

 

 

Li gorî salnameya Hicrî, her sal roja duyemîn a meha Mûherremê, roja kuştina kurê Îmam Elî û neviyê Hz. Mihemmed, Îmam Husên e, ku ji aliyê Mûaviye ve li Kerbelayê hate kuştin.

 

Ev roj li cem şîeyan weke roja Aşûra tê naskirin. Di vê rojê de şîe şîn digrin, sirûdên olî dixwînin û li singe xwe didin.