Girtina firokexaneyên Kurdistanê li dijî Peymana Chicago ye

Hewlêr (Rûdaw) – Biryara hikûmeta Iraqê ya sekinandina geştên esmanî li herdu firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, li dijî Benda 9 a Peymana Chicago ye. Li gorî vê bendê, welatek tenê ji ber rewşa şer û ewlekariyê dikare firîna firokeyan li herêmekê sînordar an jî qedexe bike.

 

Di sala 1944ê de, di encama Konferansa Chicago de, ji bo silametiya hatin û çûna esmanî, birêxsitina geştên esmanî û destnîşankirina rê û rêzikan, ji aliyê 52 welatan ve peymane,ameyek hate îmzekirin.

 

Peymaname di Nîsana sala 1947ê kete warê cîbicîkirinê û niha 191 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ji bo cîbicîkirina xalên wê, îmzeya xwe avêtine bin pê peymanameyê.

 

Di beşa duyemîn a Benda 9emîn a vê peymanameyê de tê gotin: “Her welatek dikare tenê di rewşa şer û ewlekariyê de firîna firokeyên welatênd in li ser esmanê navçeyekê sînordar an jî qedexe bike.”

 

Ji demjimêr 18.00ê êvara roja 29ê Îlonê ve hikûmeta Iraqê geştên esmanî yên navdewletî yên ji bo firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê daye sekinandin. Tenê firoke ji bajarên Iraqê têne van herdu firokexaneyan.

 

Berdewambûna geştên di navbera firokexaneyên Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de nîşana wê yekê ne, ku li Kurdistanê “ewlekariya giştî” baş e û “rewşa şer” jî nîne. Lewma şareza balê dikişin ser Benda 9emîn a Peymana Chicagoyê û dibêjin, biryara hikûmeta ıraqê ne yasayî ye.

 

Parêzerê şêwirmend Feysel Siûd dibêje: “Tenê di çend rewşekê de dikarin geştên esmanî werin sekinandin. Yek ji wan eger li navçeyekê şer hebe û rewşa ewlekariyê têk çûbe. Lê niha li Kurdistanê şer nîne, rewşa ewlekariyê têk neçûye. Belge jî ew e, ku firoke li bajarên din ên Iraqê re têne Kurdistanê.”

 

Feysel Siûd diyar dike, ku biryara hikûmeta Bexdayê li dijî Peymana Chicago ya li ser “firokevaniya sivîl a nadewletî ye” lewma jî  kompanyayên biyanî yên firokevaniyê dikarin li dijî hikûmeta Iraqê, li ser ragirtina geştên esmanî gilî tomar bikin.

 

Di Benda 84 a peymanameyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên du aliyan jî rê û rêbaz hatine destnîşankirin.

 

Li gorî vê bendê, eger di navbera du aliyan de pirsgirêk hebe û bi danûstandinan nayê çareserkirin, wê demê li ser daxwaza aliyekê rêxistina Firokevaniya Sivîl a Navdewletî dikare biryarê bide.

 

Wate, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare pişta xwe bide vê bendê û ji bo çareserkirina rewşê vê mijarê bibe encûmena teybetî ya geştên esmanî, rêxistina Neteweyên Yekbûyî.

 

Piştî referandûma serxwebûnê ya 25-09-2017, hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê rêze biryar derxistin. Yek ji wan biryaran jî rawestandina geştên esmanî bû.