Galeriya wêneyan

01-10-2017
11 Photos
Rûdaw

Xaneqîn (Rûdaw) – Li navçeya Xaneqînê ya Başûrê Kurdistanê, Kurdên Şîe hatin ser cadeyan û şehîdbûna Hz Hisên ku weke îmamê sêyem ê şîeyan tê naskirin, bi xemgînî ve bi bîr anîn.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Xaneqînê Helo Mihemed got, merasîma îsal a Aşûrayê li Xaneqînê li gorî salên bihorê ev e ku îsal hejmareke zêde ya zarokan tevli merasimê bûne.

 

Kursên şîe her weke hevmezhebiyên xwe yên li cihên din ên cîhanê ji ber xema şehîdbûna Hz Hisên di bûyera Kerbelayê de , bi deste deste tên ser cadeyan û bi zincîran li xwe didin.

 

Bi gotina peyamnêrê me, yek ji ciyawaziyên din ku pirs balkêş bû, ev e ku çend xortên sunnî jî beşdarî di merasima şîeyan de kirine.