Eniya Tirkmenî berpirsekî xwe ji ber piştgiriya bo Kurdistanê kire derê!

01-10-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Serxwebûn Referandum Eniya Tirkmeniya Iraqê Azad Kûreçî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Eniya Tirkmenî ya Iraqê berpirsê şaxeya xwe ya li Hewlêrê ji ber ku wî di referanduma serxwebûna Kurdistanê de dengê Belê daye, ji refên wê partiyê avêt.

 

Berpirsê Şaxeya Hewlêrê ya Eniya Tirkmenî ya Iraqê Azad Kûreçî ragihand, ji ber ku wî di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de dengê Belê bi kar aniye, ji nava refên Eniya Tirkmenî hatiye dûrxistin.

 

Azad Kûreçî ji Rûdawê re got: “Bi biryara Serokê Eniya Tirkmenî Erşed Salihî, ez ji refên Eniya Tirkmenî hatime derkirin. Derkirina min pêwendî bi wê yekê ve heye, ku min bi Belê di referanduma serxwebûna Kurdistanê de deng daye.”

 

Wî berpirsê Tirkmen tekez kir, ku “ di nivîsa derkirina min de hatiye nivîsandin ku ew nivîs di 20-09 de derketiye, lê belê ew yek saxte ye û ya rast ev e ku ew nivîs piştî encamdana referandumê derketiye, çimku di 28-09 de nivîsa fermî ya dûrxistina min ji nava refên Eniya Tirkmenî gihîşte destê min.

 

Azad Kûreçî ji bilî ku Berpirsê Şaxeya Eniya Tirkmenî ya Iraqê li Hewlêrê bû, herwiha Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê ye.

 

Kûreçî bo dema 6 salan bû ku weke berpirsê şaxeya Eniya Tirkmeniya Iraqê li Hewlêrê kar dikir.

 

Ew berpirsê Tirkmenî dibêje: “Herdem min ji Eniya Tirkmenî re digot, divê Eniya Tirkmenî li Kurdistanê siyastekê cîbicî bike, ku li gel xwastekên xelkê Tirkmen bigunce, lê belê wan bi gotina min nekir û her ew nêrîna min a ciyawaz bû sedema dûrxistina min ji partiyê.”

 

Derbarê heman mijarê de, Endamê Polîtboruya Eniya Tirkmeniya Iraqê û parlamenterê wê partiyê di parlamentoya Kurdistanê de Aydin Meirûf ji Rûdawê re ragihand: “Derkirina wî berpirsê partiyê, pêwendî bi referandumê ve nîne û girêdayî mijareke navxweyî ya partiya me ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst