HPG: 88 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin

01-10-2015
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan PKK HPG Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HPG baskê leşkerî yê PKKê di daxuyaniyekê de ragihand, gerîllayên wan di çend çalakiyan de 88 leşker, polîs û endamên tîmên taybet ên Tirkiyeyê kuştine.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê îro 1ê Cotmehê derbarê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê û çalakiyên gerîllayên PKKê yên di 3 rojên borî de daxuyaniyek belav kir.

 

Di daxuyaniya HPGê de tê gotin, Artêşa Tirkiyeyê di 28ê Îlonê de li geliyê Doskî ya girêdayî navçeya Geverê li Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh li dijî gerîllayên PKKê dest pê kir, lê rastî bersivdaneke tund a gerîllayan hat û di navbera her du aliyan de şer derket.

 

HPGê ragihand, di encama şer û pevçûnan de zêdetirî 35 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê hatin kuştin û operasyon rastî şikestinê hat û leşkerên tirk neçar bûn ji herêmê paş ve vekişin.

 

Li gor daxuyaniyê, di şer û pevçûnên li Oremarê û geliyê Doskiyan de gerîllayekê PKKê şehîd bûye.

 

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HPGê da xuyakirin, ku di rojên 29 û 30ê Îlonê de gerîllayên HPGê û YJA Star li navçeyên Colemêrg, Gever, Riha, Amed, Sêrt, Mûş, Qers, Erzerûm û Dêrsîmê çend çalakî li dijî hêzên Tirkiyeyê lidar xistin.

 

Hat gotin, di encama wan çalakiyan de jî şer di navbera gerîllayan û hêzên polîs û leşkerên tirk de derketin û di encama pevçûnan de 24 leşker, 27 endamên tîmên taybet û 2 polîsên tirk hatin kuştin.

 

Li gor daxuyaniyê, gerîllayan ew çalakî bo tolhildana êrişên leşkerên tirk bo ser goristana şehîdên HPGê li navçeya Xerzan a Bedlîsê pêk anîne ku di roja 28ê Îlonê de bi balafiran ew goristan bombebaran kiribûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst