Selîm Cibûrî: Di demeke nêzîk de wê budceyê Kurdistanê bê şandin

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ragihand ku, pirsa şandina budceyê Herêma Kurdistanê bûye beşeke girîng ji danûstandinan. Herwiha tekez kir ku di demeke nêzîk de wê Hikûmeta Bexdayê mûçe û budceyê Kurditanê bişîne.

Selîm Cibûrî îro hat Hewlêrê û ligel Serokê Parlamentoya Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed û şandeke Parlamentoya Kurdistanê hevdîtinek pêkanî.

Di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, Cibûrî armanca serdana xwe eşkere kir û wiha got: “Hatina me bo pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye û em dixwazin pirsên sereke binirxînin da ku em bighînin çareseriyekê ji hemû nakokiyan re.”

 Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî wiha domand: “Hatina me bo wergirtina piştevaniya Herêma Kurdistanê di pêşxistina pêvajoya siyasî li Iraqê.”

Di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê şandina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê, Cibûrî wiha got: “Pirsa şandina budceyê Herêma Kurdistanê bûye beşeke girîng ji danûstandinan.”

Selîm Cibûrî za zanîn ku, “Di demeke nêzîk de ew pirs wê bê çareserkirin, ew jî piştî ku Parlamentoya Iraqê budceya sala 2014 pesend bike.”

Biryar e Cibûrî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive û di wan civînan de mijara çûna wezîrên Kurd bo Bexdayê û çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên nirxandin.