DEM Partî: Ji bilî avakirina aştiyê tu çareya me nemaye

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê got, “Niha ji bilî avakirina aştiyê tu çareya me nemaye. Ji bo vê yekê hêza me jî heye, baweriya me jî.”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî peyameke nivîskî belav kir.

“Dinyayeke din pêkan e”

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê di peyama xwe de bal kişand rewşa dijwar a Rojhilata Navîn û got:

“Di vê serdemê de di serî de Filistînî û Kurd û temamê gelên Rojhilata Navîn di bin êrişên giran de ne, şerê navbera Rûsya û Ukraynayê kûrtir dibe û li gelek deverên cîhanê şer û pevçûn didomin.

Îro tiştê herî watedar ew e ku em têkoşîna aştiyê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Bersiva herî xweş a ji bo kesên ku paşeroja xwe bi îstismarkirina zarok, jin û bi milyonan ve girê didin, afirandina jiyaneke nû ye ku tê de mirov di nav aştî û yekîtiyê de wekhev bijîn.

Tevî rewşa tarî ya ku em tê de ne, dîsa jî mirovahî dikare vê yekê pêk bîne.

Dinyayeke din pêkan e ku her kes bi zimanê xwe, ola xwe û rengê xwe bi azadî û wekhevî bijî.

Hêlên berjewendîperest û komên ku ji pevçûnan xwe ava dikin faşîzmê geş dikin û li defên şer dixin lê belê di qêrîna bêdeng a bi milyonan kesan de aştî û yekîtî, wekhevî û azadî heye.”

“Ji bilî avakirina aştiyê tu çareya me nemaye”

Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di dawiya peyama xwe bal kişand ser berdêlên ku hatine dayîn û li pey çûn:

“Heya niha gelek berdêl hatine dayîn û gelek êş hatine kişandin. Niha ji bilî avakirina aştiyê tu çareya me nemaye. Ji bo vê yekê hêza me jî heye, baweriya me jî.

Em dê di 1ê Îlonê de li dijî şer, li dijî tecrîdê, li dijî darbeyan, li dijî nîjadperestî û bêhiqûqiyê deng û daxwaza aştiyê ya milyonan bilind bikin.

Em dê di 1ê Îlonê de bi dirûşma ‘Em li dijî şer aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê bilind bikin’ dakevin qadan.”