'Reformên' Talîbanê: 21 hezar saz îmha kirin!

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Talîban Efxanistan Şewitandina Amûrên Muzîkê Qedexeya Muzîkê Wezareta Emirkirina Başî û Qedexekirina Xirabiyê ya Talîbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Emirkirina Başî û Qedexekirina Xirabiyê ya Talîbanê eşkere kir ku wan di maweyê salekê de herî kêm 21 hezar saz û amûrên muzîkê îmha kirine.

Talîban muzîkê wekî sedemê têkçûna exlaqî dibîne û piştî hukmê wê muzîk û amûrên muzîkê li Efxanistanê hatin qedexekirin.

Dîmen û vîdeoyên qedexekirina muzîkê û şewitandina amûrên muzîkê yên li medyaya civakî tên belavkirin bûne dilgiraniya cihanê.

Wezareta Emirkirina Başî û Qedexekirina Xirabiyê ya Talîbanê rapora xwe ya salane belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di çarçoveya “islahkirinê” de weşanên medyaya dengî, vîdeoyî û çapî yên welêt ji sedî 90 baştir bûne.

Berpirsên wezaretê, behsa qedexekirina amûrên muzîkê jî kir û da zanîn ku heta niha 21 hezar saz û amûrên muzîkê hatine îmhakirin.

“448 cadû û sêrbaz hatine girtin”

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa qedexekirina fîlman jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin:

“Ji bo başiya civakê li navend û parêzgehan 30 hezar fîlmên bêexlaqiyê hatine îmhakirin, nargîlexane, kumarxane û bar hatine girtin, 448 cadû û 528 sêrbaz jî hatine girtin.”

Piştî ku hukmê Talîbanê li cihê Wezareta Karûbarên Jinê, Wezareta Emirkirina Başî û Qedexekirina Xirabiyê hat avakirin.

Divê were gotin Tebaxa 2021ê hezên Amerîkayê ji Efxanistanê vekişiyan û piştî wê di maweyekî kurt de Talîbanê dest danî ser herêma Heratê ya Efxanistanê ku li rojavayê welêt e.

Milîtanên Talîbanê her wiha bi alîkariya beşeke ji artêşê est danî ser Kabula paytexta Efxanistanê û wan şerîet îlan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst