Li Reqayê 5emîn Festîvala Zarokan tê lidarxistin

2 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li kantona Reqayê ya Rojavayê Kurdistanê dê 5emîn Festîvala Zarakan bê lidarxistin.

Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê bi slogana “Zarokê Îro Ronahiya Siberojê ye” dest bi amadekariyên 5emîn Festîvala Zarokan kiriye.

Bi serperiştiya Desteya Rewşenbîrî û Şûnwaran û Encûmena Cîbicîkar a Reqayê û bi hevkariya Heyva Zêrîn dê Pêncemîn Festîvala Xweşiya Zarokan bi slogana Zarokê Îro Ronahiya Siberojê ye’ bê lidarxistin.

Festîval dê 5 rojan berdewam bike

Hevseroka Desteya Rewşenbîrî û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser Lîlav Xelîlê li ser amadehiyên festîvalê wiha got:

“Ev festival dê 5 rojan bidome, dê 3 rojan li Reqayê, rojekê li Tebqayê û rojekê li Minbicê pêk were. “

Di festivalê de şanogerî, govendên folklorî, çalakiyên hunerî û semînerên rewşenbîrî tên pêşkêşkirin û zarok tên xelatkirin. “

Berpirsên Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser û berpirsên festivalê dibêjin ew bi rêya vê çalakiyê dixwazin derûna zarokan bihêz bikin.

Her wiha li gorî gotina wan bi rêya festîvalê ew dixwazin baweriyê li ba zarokan bihêz bikin da ku derd û êşên şerê navxwe ji bîr bikin.

“Armanc bihêzkirina derûniya zarokan e”

Endamê Ofîsa Zarokan a Navenda Rewşenbîrî ya Reqayê Wîsam Mihemed jî wiha got:

“Armanca festivalê vejandina kelepor û bihêzkirina derûniya civakî ya zarokan e. Ev yek jî bi beşdarbûna hemû qonaxên temenê zaroktiyê tê kirin.

Armanca me di siberojê de ew e ku festivalekê li hemû Rêveberiya Xweser saz bikin û her salê festival li kantonekê bê lidarxistin.”

Sala 2019an yekem festîval hatibû lidarxistin.

Biryar e ev festival îro li Stadyuma Reqayê dest pê bike û dê 150 zarok tevlî festîvalê bibin.

Divê were gotin ku DAIŞê ew stadyum kiribû zindan û cihê şkence û kuştinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst