Agir bi Çiyayê Awegirdê ketiye û nayê vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) – Agirê daristana Çiyayê Awegirdê nayê vemirandin û li dor û berê daristanê belav dibe.

Tîmên agirvemirandinê nikarin xwe bigihînin cihê şewatê.  

Duh nîvro li gundê Simaqûliyê ya Hewlêrê agir bi daristana Çiyayê Awegirdê ket. Agir hat vemirandin lê belê berê êvarê agir dîsa derket û li daristanê belav bû.

Tîmên Parastinê yên Sivîl û xelkê herêmê hewl didin agir vemirînîn lê wan heta niha nekariye.

Nûçegihanê Rûdawê Ebûbekîr Îsmaîl doh êvarî li cihê bûyerê bû.

Li gorî gotina Ebûbekîr Îsmaîl, agir danê nîvro derketibû û ji aliyê xelkê herêmê ve hatibû vemirandin lê belê êvarî agir careke din derdikeve û ne xelkê herêmê û ne jî tîm dikarin agir vemirînin û agir çiya daye berxwe.

Berpirsê Navenda Parastinê ya Sivîl a Koyeyê Serkewt Fûad ji Rûdawê re eşkere kir ku wan ji bo vemirandina agir 3 tîm şandine herêmê.

Li gorî gotina Serkewt Fûad ew guman dikin ku agir ji ber elektrîka çewlika mirîşkan derketibe.

“Vemirandina agir ne di destê mirov de ye”

Muxtarê gundê Simaqûliyê jî behsa mezinbûna agir kir û wiha axivî:

“Agir gelekî mezin e, vemirandina agir ne di destê mirov de ye. Herêm hemû pûş û pelax û dar û ber e.”

Ebûbekîr Îsmaîl di berdewamiyê jî de behsa hewlên vemirandina agir kir û wiha got:

"Li çiyê gelekî mayîn hene, ev yek pirsgirêkê ji bo tîman çêdike. Ew cihê agir lê derketiye ne cihê otomobîlan e.

Bi tenê bi pêyan encax xelk xwe bigihîne herêma agir.”