Tuncer Bakirhan çû serdana Makbule Ozerê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Makbule Ozer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê, Makbule Ozera ku doh ji girtîgehê hatibû berdan ziyaret kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro li Wanê çû serdana Makbule Ozera 82 salî ya ku ji Girtîgeha Wanê hat berdan.

Tuncer Bakirhan hêviya silametiyê ji Makbule Ozerê re xwest.

Bakirhan li ser serdanê di hesabê xwe yê medyaya civakî de got:

“Me li mala wê serdana girtiya nexweş Makbule Ozera 82 salî ya ku doh danê sibehê hat berdan kir û jê re hêviya başiyê jê re xwest. Dayîka Makbule bi xêr hatî nav me.”

Makbule Ozerê jî ji ber serdanê spasiya Bakirhan û şandeya pê re kir.

Makbule Ozer 9ê Gulana 2022yan bi hinceta ku “alîkarî daye PKKyê” li navçeya Artemêtê ya Wanê hatibû girtin.

Ozer ji ber ku gelek nexweşiyên wê hene 7ê Îlonê hatibû berdan.

Piştî ku Saziya Tiba Edlî got, “dikare di girtîgehê de bimîne” dubare hatibû girtin.

Ew doh danê sibehê dîsa hat berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst