Amêdî: Leşkerên Tirkiyeyê gule li şivanan reşandin

2 demjimêr berê
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Nîşan Amêdî Artêşa Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî gundê Belaveyê yê nahiyeya Dêrelûkê ya Amêdiya Dihokê, leşkerên Tirkiyeyê gule li şivanan reşandin.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Rûdawê, ti ziyanên canî çênebûne û şivan jî neçar mane ku ji herêmê dûrkevin.

Welatiyê ji gundê Belaveyê Fayiq Belaveyî ji Rûdawê re got:

“Şivan 4 kes bûn, her roj pezê xwe li wir diçêrînin.

Îro bê hişyarî gule li wan hatine reşandin.”

Fayiq Belaveyî li ser bûyerê her wiha da zanîn:

“Çend xalên kontrolê yên artêşa Tirkiyeyê li gundê Konê yê li nêzîkî cihê ku şivan lê bûn hatine bicihkirin.

Ev cara yekem e ku şivan bi vî awayî tên gulebarankirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst