AMED - Roja Aştiyê bû lê ti nîşaneyeke aştiyê li ber çavan neket

2 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê bi boneya Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hat kirin / Wêne: Rûdaw
Li Amedê bi boneya Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meşek hat kirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî ye lê li kuçe û kolanên Amedê ti nîşaneyeke aştiyê li ber çavan neket.

Hêzeke mezin a polîsan kişiya ser kolanan û girseya ku dixwest ji bo aştiyê bimeşe dorpêç kir.

Asayîşê got ku wan rê daye meşê lê bi şertê ku pankartek jî neyê rakirin.

Piştî diyalogeke dirêj a di navbera rêveberên DEM Partiyê û asayîşê de rê ji bo girseyê hat vekirin.

Girse heta Qada Şêx Seîd meşiya.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçarê rexneyên tund li dewleta Tirkiyeyê girtin û got heta ku dewlet zimanê Kurdî qebûl neke ne pêkan e ku aştî pêk bê û gotin anî ser kuştina Hekîm Luqmanê ji Dihokê ku li Stenbolê hat kuştin.

“Gelê Kurd li gel hemû zordestiyan aştiyeke bi rûmet xwest”

Hevseroka Giştî ya DBPyê Çîgdem Kiliçgun Uçarê got:

“Li Stenbolê Hekîm Luqman ji ber ku bi Kurdî axivî hat qetilkirin.

Gelê Kurd bêdeng nebû, gelê Kurd ranewestiya.

Li gel hemû zordestiyan jî got aştî û aştiyeke bi rûmet xwest.”

Kesên ku beşdarî çalakiya aştiyê bûn, demeke dirêj li ber def û zirneyê govend gerand.

Ew dibêjin ev govendeke demborî ye, roja ku li vî welatî aştî pêk were ew dê govenda xwe ya esasî bigerînin.

“Em azadiyê dixwazin”

Çalakvan Zubeyde Delîbaşê jî anî ziman:

“Bes e, bila vê heqaretê, vê zilmê li ser Kurdan bidin hilanîn.

Em vê dixwazin, em biratiyê dixwazin, em azadiyê dixwazin."

Çalakvanekî bi navê Omer jî got:

“Ez aştiyê ji tevan re dixwazim. Ereb, Laz û Kurd kî dibe bila bibe, ez aştiyê ji hemûyan re dixwazim.”

Li ti devereke Tirkiyeyê ji aliyê partiyên Tirkan ve 1ê Îlonê bi girseyî nayê pîrozkirin.

Ev roj tenê ji aliyê partî, sazî û dezgehên Kurdan ve tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst