Riha - Li Girê Keçel wêneyê kerekî kovî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Girê Keçelê ku tenê 46 kîlometreyan dûrî parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye wêneyê kerekî kovî hat dîtin.

Di encama kar û xebatên kolandinê de fîgurekî kerê kovî yê ku dibeze hatiye dîtin û li ser kevirekî serdema neolîtîk hatiye kolandin.

Serokê Tîma Kolandina Girê Keçel Prof. Dr. Necmî Karul got:

“Fîgurê kerê ku hatiye dîtin li kêleka kevirê hêrandinê hatiye bicihkirin û nêzîkî 20 santîmetreyan dirêjahiya wê heye.

Ji vê zedetir girîngiya wê heye ku dibeze û li gorî pîvanên kevir hatiye çêkirin. Ev jî nîşaneya jêhatîbûna hunermendên wê demê ye.

Li Girê Keçel cara yekem e em rastî tiştekî wiha tên.”

Îsal jî kar û xebatên kolandinê yên li Girê Keçel ku di nav Projeya Girên Kevir de cih digire li 10 xalan berdewam in.

Serokê Tîma Kolandinê dibêje dîroka van cihên ku kar lê tê kirin vedigere heta 11 hezar salan beriya niha.

Serokê Tîma Kolandina Girê Keçel Prof. Dr. Necmî Karul her wiha da zanîn:

“Di vê serdemê de ajelên berçav hene. Em wan wekî du beşan dinirxînin.

Yekemîn ên bi tirs in û li ser stûnan em dibînin. Komeke din jî teyrik û ajelên herî zêde tên xwarin in ku di serî de pezkovî ne.

Di nav wan ajelan de kerê kovî jî hene. Ev ajel jî li derdora mirovan bûne.”

Cara yekemîn sala 1997an di encama kolandina li gundê Qerqeliyê de kevirên çikandî yên bi şiklê “T” hatin dîtin ku dişibiyan ên li Girê Mirazan.

Li gorî lêkolînên dawî li Girê Keçel 250 kevirên çikandî hatine tespîtkirin û dem bi dem berhemên nû tên dîtin.