AMED – Çûyîna hinek herêman 15 rojan qedexe ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Qedexeya Çûnûhatinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê herêma Çiyayê Gorusê û herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdanê de 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pîranê herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan û Herêma Çiyayê Gorus ji 3ê Îlonê heta 17ê Îlonê 15 rojan wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina tawanan hatiye wergirtin.”

Parêzgariyê her wiha diyar kir, çûyîna welatiyan a “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” ji bo parastina can û malê wan qedexe ye û kesên biçin dê werin cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst