Partiyên Kurdistanî: Bila operasyonên leşkerî rawestin

Hewlêr (Rûdaw)- Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî banga rawestandina şer û çalakiyan kir.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK- PAR) ji bo 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî daxuyanî belav kirin.

PWKyê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa şerê PKK û Tirkiyeyê û banga bidawîkirina operasyonan kir.

“Dawî li şer bînin”

Di daxuyaniya PWKyê be amaje bi komkujî û qetlîaman hatiye kirin û wiha hatiye gotin:

“Li gelek welatan agirê şer pê ketiye. Li welatê me Kurdistanê jî mirin, wêranî, qetlîam û jenosîd her berdewam in û îro jî welatê me her bûye cîhê şer û kuştinê.

Êrîş û şer û siyaseta li dijî Kurdan a Tirkiyeyê îro jî her berdewam e. Mixabin hîn jî ti nîşanên aştiyê û yê çareseriya siyasî li holê nîne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa wêrankiriya şer hatiye kirin û bang li PKK û Tirkiyeyê hatiye kirin ku şer rawestînin û rê li ber siyasetê vekin.

“Heta pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe Rojhilata Navîn dê aloz be”

Di daxuyaniyê de HAK-PARê amaje bi Şerê Cîhanê yê Yekem kiriye û wiha gotiye:

Statûkoya Rojhilata Navîn li ser perçebûn û parvekirina Kurdistanê û bêparkirina Kurdan ji mafên herî mirovî ava bûye, dibe sedem ku herêm di nav şerekî berdewam de be.

Bêyî çareseriyên adilane yên hemû pirsgirêkên herêmê û bi taybetî jî pirsgirêkên Kurdistan û Filistînê li Rojhilata Navîn aştî û aramî ne mimkin e.

Em wekî HAK-PARê hêvîdar in ku rojekê li welatê me, li herêma me û li hemû cîhanê aştî pêk were.”

“Divê Tirkiye dawiyê li operasyonan bîne”

PSKyê jî bal kişandiye şer û pevçûnên li cihan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê.

Her wiha PSKyê amaje bi operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê kiriye û wiha gotiye:

“Tirkiye ku beşeke herî mezin a Kurdistanê di destê wê de ye, li dijî gelê Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî şer û operasyonên xwe didomîne.

Roj nîne ku balafirên Tirkiyeyê li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gund, daristan û çiyayan bombebaran nekin.

Hema bêje her roj yekîneyên Tirkiyeyê li Başûr bi cih dibin û baregehên daîmî ava dikin.

Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya êrîşkar û hewla wê ya şîdetê, ne tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî astengeke herî mezin e li pêşiya siyasetê.

Divê dewleta Tirkiyeyê bi lez dawî li êrişên xwe yên li ser gelê Kurd ên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bîne û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rê li ber aştî û diyalogê veke.”