Bavê xwe û hevala wî bi çifteya nêçîrê kuştin

2 demjimêr berê
Nîşan Erzirom Kuştin Bav Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Hesenqeleyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bavê xwe û hevala wî bi çifteya nêçîrê kuştin.

Li gorî agahiyan, R.K. (56) û hevala wî F.K. (36) li çoltera navçeyê çûbûn seyranê.

E.K. (31) çû cem wan û navbera wan de nîqaşek çêbû.

Piştî ku nîqaşa wan gur bû E.K. (31) bi çifteya nêçîrê fîşek berdan bavê xwe û hevala wî.

E.K. (31) piştre xeber da hêzên ewlehiyê û li cihê bûyerê xwe radestî wan kir.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku R.K. û hevala wî F.K. li cihê bûyerê mirine.

Her du term ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Dadî ya Erziromê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst