Pêşî hevjîna xwe paşê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe bi demançeyê kuşt û paşê bi heman demançeyê xwe jî kuşt.

Li gorî agahiyan, Ekrem D. û hevjîna wî Merve D. li Taxa Bahçelîevlerê ji ber sedemeke nediyar ketin qirika hev.

Piştî ku hêrsa wan zêde bû Ekrem D. demançe berda hevjîna xwe û paşê jî berda xwe.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku her du li cihê bûyerê mirine.

Hat zanîn ku 3 zarokên wan hene.