Çiya Kurd: Gelek aliyên dijber hewl didin DAIŞê vejînin

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Bedran Çiya Kurd Rêveberiya Xweser Dêrezor HSD Xurtkirina Ewlehiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bedran Çiya Kurd got “Gelek aliyên dijber dixwazin aramiya herêmê têk bibin û DAIŞê vejînin ji bo ku vîna gelên herêmê têk bibin”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd li ser pêşhateyên li Dêrazorê û operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” daxuyaniyek belav kir.

“HSD ji ciwanên herêmê pêk tê”

Bedran Çiya Kurd got, “Em tev de dizanin ku gelê herêmê ji ber terora DAIŞê û komên çeteyan çiqasî êş û zehmetî kişandiye.

Ev herêmeke êlî ye û roleke girîng di sepandina jiyana hevbeş de lîstiye.

HSD a ku ji ciwan û zarokên xelkê herêmê pêk tê, ev herêm rizgar kir û radestî xelkê wê kir ji bo ku xwe bi rê ve bibe.

Li Dêrezorê cara yekem e tecrubeya rêveberiya xweser çêdibe.

Rêveberiya Xweser ji bo ku rola xelkê herêmê xurt bibe, her cure piştgirî pêşkêş kir.”

“Ev operasyon ji bo dabînkirina aramiya herêmê ye”

Derbarê operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” de Çiya Kurd got:

“Ev operasyon ji bo dabînkirina aramiya herêmê ye. Rêveberiya Xweser girîngiyeke mezin dide jiyana hevbeş li herêmê.”

“Gelek aliyên dijber dixwazin aramiya herêmê têk bibin û DAIŞê vejînin”

Çiya Kurd destnîşan kir ku ji bo têkbirina aramiya herêmê û vejandina DAIŞê hewl tên dayîn û wiha anî ziman:

“Ev hewldan, îro di çarçoveya planekê de pêk tê ku hêzên herêmî li dijî gel û xelkê me yê li Dêrazorê amade kiriye.

Gelek aliyên dijber dixwazin aramiya herêmê têk bibin û DAIŞê vejînin ji bo ku vîna gelên herêmê têk bibin.”

Çi bûbû?

Hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 27ê Tebaxê li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst