Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona ku Tirkiye piştevaniya wan dike, êrişî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê kir û 5 zarok hatin kuştin.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser êrişê daxuyaniyek da.
Li gorî Encûmena Leşkerî ya Minbicê demjimêr 6ê sibehê hêzên Trikiyeyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê, êrişî gundên Muhsinlî, Ereb Hesen, Seyade û Dendeniyê kir.
Herwiha berdevkê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku şervanên wan bersiva vê êrişê daye û şer derketiye.
Encûmen Leşkerî da zanîn ku di encam topbarana hêzên Tirkiyeyê de li gundê Muhsinlî yê bakurrojavayê Minbicê 5 zarokan canê xwe ji dest daye.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
Ferhad Şamî got ku grûpên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike îro danê sibê “Li gundê El-Muhsinlî yê gundewarê Minbicê komkujiyeke hovane li dijî 5 zarokan pêk anîn.”
The #Turkish-backed militia of the so-called SNA has committed a horrific massacre against five children in the al-Muhsunly village, #Manbij countryside after they had infiltrated the village this morning. pic.twitter.com/t0AoUV5yzT
— Farhad Shami (@farhad_shami) September 1, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse