WAN - Leşkeran gund dorpêç kir: 2 kesan canê xwe ji dest da

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qelqelî Dorpêçkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Çamîlî yê navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, leşkerên Tirkiyeyê bi bi ser malekê de girt û di operasyonê de 2 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, roja 31ê Tebaxê piştî nîvro leşkeran li gundê Çamîlî yê Qelqeliyê bi ser malekê de girt.

Li gor zanyariyan leşkeran gund dorpêç kir û du demjimêr û nîvan operasyonê berdewam kir.

Leşkeran di operasyonê de xaniyê ku 2 kes tê de bûn, gulebaran kir.

Termên kesên ku ji ber gulebarana bi çekên giran canê xwe ji dest da, ji bin kavilan hatin derxistin.

Lê nehat zanîn ku ew 2 kes kî ne û termên wan birine ku derê.

2 kes hatin desteserkirin

Herwiha gundiyê bi navê Omer Kiliççeken û kurê wî Sami Kiliççeken jî ji aliyê leşkeran ve hatine desteserkirin.

Leşkeran bav û kur birine Fermandariya Cendirmeyan a Qelqeliyê.

Parlementerên Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyigit, Sinan Çiftyurek, Mahmut Dindar û Zulkuf Uçar, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) a Şaxa Wanê bi şev çûne cihê bûyerê, lê leşkeran rê neda ku biçin nav gund û piştî demekê vegeriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst