Parlamenterê YSPyê: Divê Birêz Mesûd Barzanî rola xwe ya dîrokî bilîze

Amed (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Çepên Kesk (YSP) Mehmet Kamaç di bersiva pirseke Rûdawê de got, “Divê Birêz Mesûd Barzanî rola xwe ya dîrokî bilîze.”

Mîtînga 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.

Mîtîng ji aliyê Partiya Çepên Kesk û HDPyê ve li Qada Îstasyonê bi dirûşma “Ji bo aştiya civakî jiyana wekhev û azad” hat lidarxistin.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç di mîtîngê de li ser geşedanên siyasî ji Rûdawê re axivî.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç li ser mîtîngê got:

“Em dibêjin êdî bes e ji xwîna ku li Rojhilata Navîn diherike. Em dibêjin divê aştiyeke mayînde hebe.

1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye. Em vê mîtîngê bi navê destpêkeke nû ya pêvajoya aştiyane li dar dixin.”

‘Divê doza Kurd bê çareserkirin’

Kamaç li ser pirsa “Hûn difikirin ku weke sala 2013yan di navbera dewlet û PKKyê de pêvajoyeke nû ya aştî û çareseriyê destpê bike?” got:

“Bi salan e şer û pevçûn hene. Em êdî nabêjin pirsa Kurd; Doza gelê Kurd neqediyaye, hîn jî didome. Divê doza Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe.

Ev nakokî her çiqas bi salan e berdewam bin jî wê di dawiyê de vegerin ser rêya aştiyê. Divê demildest pêvajoyeke çareseriyê bê destpêkirin.”

“Rol dikeve ser milê Birêz Mesûd Barzanî jî”

Mehmet Kamaç li ser pirsa “Gelo aktorekî siyasî heye ku bikare niha her du aliyan ji bo diyalogê nêzî hev bike?” anî ziman:

“Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin, eger hûn niyeta xwe eşkere bikin, teqez dê hem ji civakê, hem ji derdorên têkildar û hem jî ji siyaseta navneteweyî aktor derkevin holê.

Dê aktor hebin. Di nav me Kurdan de jî aktor hene. Em bangî hemû aliyên Kurdan dikin, bi taybetî bangî Başûrê Kurdistanê dikin. Ev rol û mîsyon dikeve ser milê wan jî.

Rol dikeve ser milê Birêz Mesûd Barzanî jî. Divê rola xwe ya dîrokî bilîze.”