Dêrezor: HSDyê qedexeya derketina derve ragihand

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Qedexeya Derketina Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrezorê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û Hêzên Asayişa Navxweyî qedexeya derketina derve ragihand.

Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şer û pevçûnên Dêrezorê daxuyaniyeke nû da.

HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Ji ber rewşa aloz a li gundên rojhilatê Dêrezorê qedexeya derketina derve hat ragihandin.”

HSDyê li ser sedema ragihandina derketina derve jî got:

“Ji ber ku komên çekdar ên girêdayî saziyên ewlehiyê yên rejîmê û şaneyên DAIŞê hewl didin fitneyê belav bikin û sivîlan ber bi planên xwe yên qirêj ve bikişînin, Meclîsa Sivîl a Dêrezorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya derketinê radigihîne.”

HSDyê li ser dema qedexeya derketina derve jî anî ziman:

“Qedexe dê sibe 2yê Îlonê di demjimêr 05:00an de dest pê bike û 48 demjimêran bidome.”

Çi bûbû?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrîşî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst