HEWLÊR - Li ser cadeya 60 Metriyê bombeyek teqiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser cadeya 60 Metriyê ya Hewlêrê bombeyek teqiya, ziyanên canê çênebûn.

Dijî Terorê ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser pireke peyayan a nêzîkî Mizgefta Spî ya Hewlêrê bombeyek teqiya.

Dijî Terorê ya Kurdistanê diyar kir ku di teqînê de ti ziyanên canî çênebûne.

Teqîn di demjimêr 18:29an de çêbû û piştî bûyerê çend welatiyan vîdeo ji Rûdawê re şand ku tê de diyar dibe dûman li ser pirê bilind dibe.

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kir.

Li gorî wêne û dîmenan pirê zirar dîtiye û hinek afîşên ku li ser pirê hatibûne daleqandin ketine erdê.