Îlham Ehmed li ser şerê Dêrezorê: Îran û Sûriye van aloziyan derdixin

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed MSD Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku li Dêrezorê “şerekî giran” derketiye.

Şer û pevçûnên dijwar ên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û beşeke Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û hinek eşîran de berdewam in.

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser tora civakî ya Xê daxuyaniyek belav kir.

Îlham Ehmedê got, “Ev herêm bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Ji bo aramiya gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şer kirin û bi ser ketin.”

“Delîl hene ku Îran û Sûriye van aloziyan derdixin”

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmedê diyar kir ku ev şer û pevçûn ne bûyerên yekcarî ne û anî ziman:

“Delîl hene ku ev alozî ji aliyê çekdarên ser bi Îran û rejîma Sûriyeyê ve têne birêve birin ku dixwazin alozî û bêîstîqrariyê li seranserê herêmê çêbikin.

Îran û rejîma Esed dixwaze vê aloziyê wek encama nakokiya etnîkî ya di navbera Ereb û Kurdan de nîşan bide û xelkê Sûriyeyê ji xwepêşandanan li başûrê Sûriyeyê dûr bixe.”

Îlham Ehmedê got, “Çima Îran û rejîma Sûriyeyê dixwaze vê yekê bikin?” û anî ziman:

“Hewldana derxistina leşkerên Amerîkî ji Sûriyeyê armanceke din e. Dibe ku ew hewl didin piştgiriya navneteweyî bi dest bixin, bi nîşandana rewşa ku ji aliyê eşîrên Ereban ve tê meşandin.”

Îlham Ehmedê diyar kir ku şer û pevçûn dê bandoreke mezin bike û aramiya “bakurê rojhilatê Sûriyeyê" dixe metirsiyê.

Îlham Ehmedê herwiha anî ziman, “Xelkê bakurê rojhilatê Sûriyeyê hêjayî wê ye ku li herêma xwe xwedî aramî û ewlehiyê be.”

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di şer û pevçûnan de heta niha 31 kes hatine kuştin.

Çi bûbû?

Şeva yekşemê hêzên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li parêzgeha Dêrezorê operasyoneke berfireh a bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” dabû destpêkirin.

Di operasyonên HSDyê de serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle û çend kesên nêzîkî wî hatibûn desteserkirin.

Piştî desteserkirina serokê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê Ehmed el-Xebîl Ebû Xewle, li herêmê alozî gur bûn.

Li ser vê yekê, alîgirên Ebû Xewle êrişî xalên HSDyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Herwiha çekdarên din jî êrişî binkeya HSDyê ya li bajarokê El Besîrayê yê li gundewarê rojhilatê Dêrezorê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst