Li Amedê zanîngeheke nû tê avakirin: Nav û cih diyar bûn

01-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Zanîngeha Diyarbakirê Weqfa DurmazAy Galîp Ensarîoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zanîngeheke taybet a bi navê “Zanîngeha Diyarbakirê” tê avakirin.

Hat destnîşankirin ku malbatên Durmaz û Ay ji bo avakirina “Zanîngeha Diyarbakirê” weqfek ava kiriye.

Herwiha hat ragihandin ku dê zanîngeha nû ya taybet li cihê fabrîqeya alkolê ya berê ya  li ber Çemê Dîcleyê bê avakirin.

Hat ragihandin ku li Amedê ji xeynî Zanîngeha Dîcleyê lêkolîn hatine kirin û hewl hatiye dayîn ku zanîngeheke weqfê bê avakirin.

Hat destnîşankirin ku Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmazê ku çend hefte berê çûbû Amedê ji bo "Zanîngeha Diyarbakirê" soza piştgiriyê daye.

Tê plankirin ku "Zanîngeha Diyarbakirê" li cihê fabrîqeya alkolê ya berê ya li ber Çemê Dîcleyê bê avakirin.

Fabrîqeya alkolê ya berê di sala 1932yan de li ber Çemê Dîcleyê hatibû vekirin û di sala 2007an hatibû girtin.

Li gorî zanyariyan malbatên Durmaz û Ay ji bo avakirina zanîngeha taybet weqfek ava kir.

Di encama xebateke salekê de “Weqfa DurmazAy” hat avakirin.

“Şerm e ku heta niha nehatiye avakirin”

Alîkarî Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Amedê bi karsazên bajêr re jî civiyabû.

Rêveberên weqfê ji bo zanîngehî ji Yilmaz piştgirî west.

Hat ragihandin ku Yilmaz jî gotiye “Şerm e ku heta niha li bajarekî wekî Amedê nehatiye avakirin” û soza piştgiriyê daye.

Li aliyê din weqfê yekem civîna xwe bi parlamaneterê Amedê Galîp Ensarîoglu re pêk anî.

Ensarîoglu li ser vê mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

“Me civîna yekemîn a Zanîngeha xwe ya Weqfê ya Amedê ya Mezopotamyayê ku dê li Amedê bê avakirin pêk anî. Li ser xêrê be înşellah.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst