Helwesta AK Partiyê li ser radestkirina hestiyên xortekî Kurd di telîs de

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê AK Partiyê yê Amedê Şerîf Aydin derbarê radestkirina hestiyên Hakan Arslan di telîsekê de ji Rûdawê re ragihand ku ev şêwazê radestkirina cenaze tişteke şaş bûye û diyar kir, nabe mirov ji ber wê bûyerê “li pey niyeteke xirab bigere” û bibêje “hestiyên Kurdan bi vî awayî têne radestkirin.”

Hestiyên xortê Kurd, Hakan Arslan ê ku di dema qedexeya derketina derve ya 2ê Kanûna 2015an a li navçeya Sûr a Amedê de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan di telîsekî de radestî bavê wî kirin.

Ew şêwaza radestkirina ceanzeyê wî xortê Kurd rastî gelek bertek û nerazîbûnan hat, bi awayekî ku medyaya cîhanê jî behsa wê kir û karîkatorekî Îtalî Gianluca Costantini li ser wêneyê dema radestkirina cenaze karîkatorek çê kir.

Parêzrê malbata Hakan Arslan, Ferhat Kilinç jî beriya çend rojan ji Rûdawê re gotibû, malbat û bi taybet dayik û bavê Hakan ji ber radestkirina cenazeyê wî di telîsekî de gelek êşiyane.

Li ser wê mijarê, Serokê AKPê yê Amedê Şerîf Aydin îro Pêncşembê 1ê Îlona 2022an ji nûçegihanê Rûdawê yê li Amedê Maşallah Dekak re ragihand, ev şêwazê radestkirina cenaze tişteke şaş bûye û di demekê de bûye ku dadwer û dozger li dadgehê nebûne û fermanberekî dadgehê bangî bavê Hakan kiriye û hestî radest kirine.

Şerîf Aydin diyar jî kir ku her çend ev karekî şaş jî bûye, nabe ku AK Partî û dewleta Tirkiyê li ser wê şêwazê radestkirina hestiyên xortekî Kurd bên tometbarkirin.

Şerîf Aydin got, “Di demekê de ku bêhnvedan bûye û dadgeh girtî bûne û her wiha bêyî agahiya dadweran, karek e şaş e ku hatiye kirin. Ev salek e ku ew hestî hatine dîtin û li dadgeha Diyarbekirê bûne û lêkolîn jî dihatin kirin da ku bizanin ka ev hestî yên kî ne. Piştî lêkolînan hat zanîn ku ew hestî yên kesekî terorîst in ku hatiye kuştin. Di demekê de ku dadwer û dozger li dadgehê nebûn, fermanberekî ew hestî radestî bavê wî kirine. Ez dixwazim bibêjim ku, eger ew hestî yên kesekî terorîst jî bin, nabe ku bi vî awayî radestî bavê wî bêne kirin. Di heman demê de wan kesan jî şermezar dikim ku bi rêka torên civakî wisa didin nîşandan ku qaşo ev karek e bi zanebûn e û bi vî awayî êrîşî me û AK Partiyê dikin.”

Serokê AKPê yê Amedê destnîşan kir, ku nabe mirov ji ber wê bûyerê “li pey niyeteke xirab bigere” û bibêje “hestiyên Kurdan bi vî awayî têne radestkirin.”

Şerîf Aydin got, ‘Herî dawiyê, bi vî awayî radestkirina cenaze di warê şêwaz de jî şaş bûye û her wiha dîmenek jî derketiye holê ku her kesek pê biêşe. Pêwîst nake ku mirov li pişt vê li niyetên xirab bigere. Pêwîst nake ku mirov bibêje hestiyên Kurdan bi vî awayî têne radestkirin û vê wêrekiyê jî nîşan bide. Weke mirov, her kesek pê diêşe. Yê ku pê neêşe, divê mirov ji mirovatiya wan şik bike. Ez wisa difikirim.”