PAK bo Tirkiyê: Siyaseta we ya şer 99 sal e ti pirsgirêk çareser nekiriye û dê neke!

01-09-2022
RÛDAW
Nîşan PAK 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê Tirkiye Kurdistan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya “1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê” peyamek belav kir û tê de dibêje: “Bila 1ê îlonê bibe destpêka rawestandina operasyonên leşkerî û çalakîyên çekdarî.” PAK herwiha derbarê helwesta Tirkiyê ya li dijî Kurdan de dibêje: “Ev siyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, ev 99 sal e ti pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke.”

PAK di peyama xwe ya bi boney a 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê diyar dike ku piştî Şerê Duyem ê Cîhanê hêviyên gelên cîhanê yên aştîxwaziyê bicîh nehatin û dîsa “şer û qetlîam û jenosîd” berdewam bûn.

Di peyamê de tê gotin: “Li gelek welatan agirê şer pê ketin. Li welatê me Kurdistanê jî, mirin, wêranî, qetlîam û jenosîdan her berdewam kirin. Û îro jî welatê me her bûye cihê şer û kuştinê.”

“Bes Kurd parêzvanê aştî û demokrasiyê ne”

PAK amaje bi wê yekê dike ku niha di nav gelê Tirkiyê de ti hêzeke girseyî ku demokrasiyê û aşityê biparêze tuneye û dibêje: “Êrîş û şer û siyaseta li dijî Kurdan a dewleta Tirkiyê îro jî her berdewam e. Mixabin hêj ti nîşanên aşityê û  çareseriya siyasî li holê nîne. Parêzvan û aktorê esasî yê aşitiyê û demokrasiyê bes gelê Kurd e û ew jî bi serê xwe maye.”

“Siyaset şer pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike”

Di beşeke din a peyama xwe de PAK bang li desthilatdariya Tirkiyê dike û dibêje: “Ev siyaseta ku hûn li ser esasê şerî dimeşînin, ev 99 sal e tu pirsgirêk çareser nekirine û dê ji îro pê ve jî çereser neke. Siyaset şer, pirsgirêkan aloztir û kûrtir dike. Dest ji vî şerî, dest ji vê siyaseta ku li ser dijayetiya Kurdan hatiye avakirin berdin.”

“Çalakiyên çekdarî rê ji siyaseta Tirkiyê re xweştir dikin”

PAK herwiha daxwazê ji PKKê dike ku dest şerê çekdarî berde û dibarê vê yekê de jî dibêje: “Çalakiyên çekdarî yên PKKyê jî, zerarê dide gelê Kurd, rê ji êrîş û plan û siyaseta dewleta Tirkiyê ya şer û ya xetimandina rêya çareseriya pirsgirêkan re xweştir dike. Li Bakurê Kurdistanê pir bi zelalî eşkere bûye ku, şer û çalakiyên çekdarî rêya çareserî û amûrên siyasî, demokratîk, sivîl digire, têk dide. Ji ber vê yekê divê bêyî ku li bendê be dewleta Tirkiyê şerî rawestîne, divê PKK pêştir dawî li çalakîyên xwe yên çekdarî bîne da ku rê ji siyaseta şerî ya dewleta Tirkiyê re xweştir nebe.”

“Divê Tirkiye hemû partiyên Kurdistanê wek mixatab qebûl bike”

PAK herwiha teqez dike ku ji bo “çareserkirina pirsa siyasî ya Kurd û Kurdistanê” divê Tirkiye hemû partiyên Kurdistanê wek mixatap qebûl bike û deriyê diyalogan vebe û dibêje: “Ji bo ku ev roja Aştiyê ya Cihanê di çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de, di bidestxistina  azadî, demokrasi, aştî û edaletê de bibe destpêkek, em bangî hemû aliyên peywendîdar yên Kurdistanê û Tirkiyê dikin da ku dengên xwe bilind bikin, bi hev re gavên hevbeş bavêjin.

Bi minasebeta Roja Aştiyê ya Cîhanê careke din em dixwazin bînin bîra hemû dewletên cîhanê û bîra gelên cîhanê ku, kilîdeke esasî ya aştiya Rojhilata Navîn û ya Cîhanê jî azadiya Kurdistanê û mafê çarenivîsa miletê Kurd e li her çar perçeyên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst