Hêzên Komando li Silêmaniyê avêtin ser çend cihan

01-09-2022
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Komando
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê hêzên Komando ketin tevgerê û bi ser çend kompanyayan de girtin.

Li gor agahiyan, hêzên komando ji ber giliyên hemwelatiyan û karê ne yasayî bi ser çend kompanyayên komkirina zibilên bajêr de girtine.

Li bajarê Silêmaniyê ew demek e ku pirsgirêka komkirina zibil heye û welatî ji wê yekê gazinde ne. Ji bo komkirina zibil, bajarê Silêmaniyê li ser 7 navçeyan hatiye dabeşkirin û 5 kompanya mafê karkirinê ji bo komkirina zibilên bajêr wergirtine.

Xwediyê yek ji wan kompanyayan dibêje, hêzên koamndo avêtine ser kompanyaya wan û bêyî biryara dadwer datayên kompanyayê birine.

Rêvebirê kompanyaya Çîmen, Karwan Germiyanî roja Çarşembê 31ê Tebaxê ji Rûdawê re got, bêyî fermana dadgehê hêzên komando bi ser kompanyaya me girtin, di demekê de ku em pêştir li şaredariya Silêmaniyê bi fermandarekî wê hêzê re civiyabûn.

Karwan Germiyanî dibêje, “hêzên komando ji çar kompanyayên din data wergirtine, lê min data radestî wan nekirin. Ji ber ku biryara dadgehê bi wan re nebû, min jî ji wan re got jixwe dosye li dadgehê ye, bila dadgeh serdest be ez ji bo her biryarekê amade me.”

Derbarê sedema biserdegirtina kompanyaya de jî, Karwan Germiyanî ragihand, pirsgirêkên wan hene û ji roja wergirtina projeyê ve wan gelek zirar kiriye. Bi gotina Germiyanî, şaredariya Silêmaniyê di 2018an de projeya komkirina zibilên nav bajêr bi rêya kompanyayan ragihand û ew jî yek ji aliyan bûn ku proje wergirtin, lê her ji destpêkê ve heta niha rastî pirsgirêkan hatine, welatî pere nadin û ew zirarê dikin.

Germiyanî diyar kir, “Ji destpêkê ve welatî amade nebûn pere bidin. Piştî sala 2020an û paşê bi hatina koronayê û kerentînekirinê, pirsgirêkên mezintir çêbûn û me çend caran daxwaz kir girêbestên me bên hilweşandin lê ti sûdeke wê nebû. Me gilî kir û gilî çû dadgehê, lê dadgehê got tevahiya girêbestê ne yasayî ye û min nekarî tiştekî bikim. Dadgeha Temyîz a Hewlêrê jî biryar da ku girêbest ne yasayî ye.”

Peyamnêrê Rûdawê li Silêmaniyê, Pêşewa Bextiyar dibêje, hemwelatî gazindeyan dikin ku ji ber barkoda li ber malên wan hatine danîn, pereyekî zêde ji wan tê xwestin, wek mînak di çend rojên bihorî de ji dikaneke biçûk 2 milyon dînar hatiye xwestin, ji ber wê jî hêzên komando bi ser kompanyayê de girtine û daxwaza datayan lê kirine.

Parlamenterekî Kurdistanê jî dibêje, karê wan kompanyayan “ne yasayî ye.” Daban Mihemed, endamê parlamentoya Kurdistanê ji Rûdawê re got, “wergirtina risûmatan ji aliyê kompanyayan ve bo komkirina zibilên malan ne yasayî ye, biryara dadgehê jî derketiye ku wergirtina wî pereyî ne yasayç ye.”

Daban Mihemed derbarê biserdegirtina kompanyayan ji aliyê hêzên komando ve jî got, “pêngaveke baş e, eger kompanyayan hilweşînin û tevahiya dosyeyê û proseyê radestî şaredariyê bê kirin, lê eger bo guhertina ji çend kompanyayan bo kompanyeyke din be, karekî xirab e û dê bibe pirsgirêkek mezin bo hemwelatiyan û kasibkaran.”

Wî endamê Parlamentoya Kurdistanê destnîşan kir, kompanyayên komkirina zibil tên tohmetbarkirin ku pere bo şaredariyê nayên vegerandin, lê Karwan Germiyanî wê yekê red dike û dibêje, “dînarek jî li cem me nemaye.”

 

>>>>>>>>>>>>>>>>> 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin / Wêne: Arşîv / AFP

Amerîkayê çekên nû derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin

Amerîkayê karwaneke ji 25 barhilgirên çek û kelûpelên nû pêk dihat, bir baregeha xwe ya leşkerî ya li bajarê Hesekê