Aydin Altaç: Eger Davutoglu berdewam bikira 'Pêvajo' digihîşt armanca xwe

01-09-2021
RÛDAW
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê dibêje di heyama pêvajoya çareseriyê de merc ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî guncaw bûn
Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê dibêje di heyama pêvajoya çareseriyê de merc ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî guncaw bûn
Nîşan Pêvajiya Çareseriyê Partiya Pêşerojê Aydin Altaç Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç ragihand ku ji ber gotin û polîtîkayên niha yên hukûmeta Tirkiyê derfeta aşitiya navxweyî  dûr e û got: “Ez bawer dikim ku eger birêz Davutoglu wek serokwezîr berdewam bikira pirsgirêka herî mezin û girîng a Tirkiyê, pirsgirêka Kurd, dê bihata çareserkirin.”

Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç îro Çarşemê 1ê Îlona 2021ê beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê li Tirkiyê bû û têkildarî pirsa Kurd û pêvajoya çareseriyê de axivî.

Aydin Altaç got: “Ez dixwazim 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibe wesileya aşitiyek rasteqîn ji bo Tirkiye û hemû cîhanê. Mixabin, îro ji ber krîzên li Tirkiye, herêm û gelek deverên cîhanê  hêj mirov dibîne qurbanî, bi pirsgirêkên cûrbecûr re rûbirû dimînin û canê xwe ji dest didin.”

Altaç amaje bi hebûna pirsgirêka demokrasî, mafê mirovan û aboriyê li Tirkiyê kir û got: “Hikûmeta Tirkiyê îro di van hemû mijaran de astengiyan derdixe. Ev hikûmeta bûye sedemên pirsgirêkên gelek mezin.”

Bi gotina Altaç pirsgirêkên mezin li benda çareseriyê ne û ew dibêje: "Em wekî partî diyar dikin ku em ji bo demokrasî, mafên mirovan û jiyanek çêtir û siyaseteke rasttir têdikoşin. Em dibêjin ku em dixwazin di vê çarçoveyê de xizmeta gelên Tirkiyeyê bikin.  Em îro sibê li Pasûrê û niha jî li Licê ne.

Wek hûn jî dizanin, herêma me di demên berê de zehmetiyên mezin kişandine. Ji sala 1990an ve Licê gelek caran hate şewitandin û wêrankirin. Em ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê dixebitin û gelê me jî vê yekê baş dizane. "

“AK Partî ji bo xwe xizmetê dike”

Altaç, ku di heyama Pêvajoya Çareseriyê de Serokê AK Partiyê yê Amedê bûî, got ku di wê pêvajoyê de şert û merc ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî guncaw bûn, lê ji ber siyaseta niha hukumetê, çareserî xetimî ye.

Di berdewamiy axavtina xwe de Altaç got: “Niha hikûmetê bi partiyek neteweperest re tifaqek çêkiriye. Gotin û siyaseta wê ji çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê dûr e. Hikûmet hesaban dike ka dê çawa roja xwe derbas bike û li ser pêyan bimîne. Lê îro, em dibînin ku civaka Tirkiyê rûbirûyê tengasiyên mezin bûye. Pirsgirêka aborî yek ji wan a sereke ye. Ev ne tenê ji bo Kurdan, herwiha ji bo Tirkan jî pirsgirêk e. Dîsa, pirsa demokrasiyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî derbasdar e. Dema ku me di nav AK Partiyê de siyaset dikir me bawerr dikir ku ew pirsgirêkên ku ji sedsalekê zêdetir e li herêma me berdewam in û bûne sedema canê mirovan û bûne sedema şewitandina gundên dê bêne çareserkirin. Lêbelê, piştî 2016 an, nemaze piştî ku serokê me Ahmet Davutoglu  dest ji serokwezîriyê berda, AK Partiyê dest bi xizmeta xwe kir, ne ya Tirkiyê. Ji ber van sedeman, egera aştiya navxweyî îro gelek dûr xuya dike. Lê em wekî Partiya Pêşerojê dibêjin ku em ji bo aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê şansek mezin in. Di bernameya partiya me de jî hatiye nivîsandin. Armanca me ya sereke demokrasiya Tirkiyê û mafên mirovan e. Eger pirsgirêkên ku di vî warî neyên çareserkirin, dê pêşiya Tirkiyê jî venebe.”

Serokê Partiya Pêşerojê yê Amedê Aydin Altaç herwiha got: “Ez bawer dikim ku pirsgirêka herî mezin û girîng a Tirkiyê, pirsgirêka Kurd, eger birêz Davutoglu weke serokwezîr bimaya, dê çareser bibûya. Di warê aborî û aramiyê de jî dê gelek pirsgirêk bihatan çareserkirin. Pirsgirêkên ku hukûmet îro rû bi rû bûye, ji aliyên endamên wan ve jî têne gotin. Serokê me 5-6 sal berê ev tişt dianî ziman û digot ku divê xeletî bên rastkirin. Lê Serokomar û yên li dora wî hem li ser Serokê me hem jî li ser gelên Tirkiyê lîstikek lîstin. Ew lîstik bû sedema êşên mezin. Em li dijî wê yekê ne ku Tirkiye ji bo berjewendiyên kesan ber bi kaosê ve were kişandin. Divê her tişt ji bo gel be, ji bo berjewendiya gel be. Ji ber vê sedemê me partiyek nû ava kir û em di vî warî de dixebitin. ”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst