Wezareta Pêşmerge: Amadekarî bo pêkanîna lîwayên hevbeş tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Erkan li Wezareta Pêşmerge ragihand, piştî rêkeftina Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş, niha amadekarî bo cîbicîkirin û destbikarbûna wan du lîwa tê kirin. Endamekî Lijneya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê jî dibêje, “Biryar e dest bi meşq û rahênana wan du lîwa bê kirin û mûçe û pêdawîstiyên wan jî li ser Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dibin.”

Cemal Mihemed li gel Patrick Douglas, Şêwirmendê Bilind ê Navenda Hemahengiya Asayişa Herêm a Amerîkayê ku ser bi konsulxaneya wî welatî ve ye, civiya û behsa rewşa amadekariyên pêkanîna wan du lîwa kir.

Serokê Erkan li Wezareta Pêşmerge Ferîq Cemal Mihemed îro Çarşemê ragihand, “Hewl hatine bilezkirin û pêşveçûnên baş derketine ji rêkxistina wan hêzên hevbeş ên biryar e ji nav Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bên pêkanîn.”

Serokê Erkan li Wezareta Pêşmerge behsa wê jî kir ku yekgirtin û rêkxistina hêzên 70 û 80 bo ser Wezareta Pêşmerge ku di projeyên çakazî û bernameya “Pêşmerge di pêşerojê de” bi hevkariya Hêzên Hevpeyman kar li ser hatiye kirin, û herwiha giftugokirina dawîn pêngavên yekgirtina heykeliyet û rêveberiyên herdu fermandariyên hêzên piştevaniya yek û piştevaniya du yên Pêşmerge beşeke din a civînê bû.

Endamê Lijneya Asayiş û Berevaniyê ya Encûmena Nûneran a Iraqê Nasir Herkî ji Rûdawê re ragihand, “Iraq û Herêma Kurdistanê rêkeftina dawîn li ser pêkanîna du lîwa ji bo parastina navçeyên kêşe li ser heye, kiriye û erka wan li wan navçeyan dibe ku valahî di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê li li Şingal û wan navçeyan ta digihije Kerkûk û Xaneqîn, hikûmeta Iraqê maye ku biryar li ser dema meşq û rahênana wan hêzan bide û dest bi karê xwe bikin bo ku paşê jî bên belavkirin.”

Şêwirmendê Bilind ê Tîma Hemahengiya Asayişa Herêmî ya Amerîka kir, di civîna li gel Desteya Erkan a li Wezareta Pêşmerge ya îro de, ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge ragihand, “Ji bo komkirina tevahiya hêzên û vegerandina wan bo ser Wezareta Pêşmerge, em piştevan û hevkar dibin û xwezyarê serkeftin û pêşxistina wê proseyê ne.”

Ferîq Cemal Mihemed jî ragihand, “Hevkarî û alîkariya Hevpeymanan, cihê girîngiya zêde ya me ye û roj bi roj hêzên Pêşmerge bihêztir û rêkxistintir dibin.”

Herwiha Serokê Erkan, amadebûna Wezareta Pêşmerge nîşan da bo cîbicîkirina her erkek ku di çarçova pêkanîna wan herdu lîwayên hevbeş de derdikevin û ev jî wek armanca vegerandina asayiş, seqamgirî û parastina rûniştvanên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê pênase kir û behsa metirsiyên niha yên çekdarên DAIŞê û liv û tevgera vê dawiyê û têkbirin û jinavbirina wan kir.