Li Semsûrê 166 mal, li Mêrdînê jî 2 tax hatin kerentînekirin

01-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu parêzgehên Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên Covid-19ê de 166 mal û du tax hatin kerentînekirin. Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Coronayê biryara kerentînkirina hinek navçeyên du parêzgehan hat dayîn.

Li hinek taxên parêzgeha Semsûrê di çarçoveya tedbîrîn vîrûsa Coronayê de li 166 malan kerentîna hat destpêkirin. Li gor daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Semsûrê, li navenda bajêr piştî testa hinek welatiyan pozîtîv derketiye, Desteya Tendirustî ya Bajêr biryarên nû dane. Li gor biryarê, li taxên cuda 166 mal hatin kerentînekirin.

Li navçeya Kerboranê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve jî di çarçoveya tedbîrên Coronayê de 2 tax hatin kerentînekirin. Li gor Desteya Tendirustî ya Kerboranê, biryara kerentînayê bi armanca rêgirtin li zêde belavbûna vîrûsê û parastina mesafeya civakî hatiye wergirtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlekariyê ketin û derketina ji herdu gundên Dîvan (Sumer) û Xelîlan ên Kerboranê qedexe kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst