2 hezar zarokên Efrînî mezintirîn tabloya cîhanê çêdikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şehba zarokên Efrînî, mezintirîn tabloya cîhanê çêdikin ku nîv kîlometre dirêj e û 2 hezar zarok tê de beşdar dibin.

Li devera Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê zarokên Efrînî, mezintirîn tablo li cîhanê çêdikin. Dirêjahiya wê tabloyê 500 metre ye û 2 hezar zarok tê de beşdar dibin.

Ajansa Rûmaf û ronakbîrên Efrînê bi hev re projeya mezintirîn tabloya cîhanê amade dikin.

Tablo ya hunermend Henîf Hemo ye, ew serpereştya projeyê dike, lê bi destê zarokan tê çêkirin. Zarokên ku di çêkirina tabloyê de amade dibin, temenê wan di navbera 6-13 salan de ye.

Tablo êşa Efrînê nîşan dide, di tabloyê de, ji xeynî Efrînê behsa 8 salên şer yê Sûriyê jî tê kirin.

Di nava vê projeyê de girtina fîlman jî heye, di wan fîlman de jî bêhtirî 3 hezar zarokên Efrînî beşdar dibin.

Fîlma li ser êşa Efrînê derhêneriya wê Heysem Mistefa dike.

Îro amadekariya çêkirina tabloyê temam dibin û sibe jî bi fermî dest pê dike.